Hevseroka HDP’a Şirnexê hat berdan 2022-08-12 14:54:37   ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê Sabuha Akdag ku duh hatibû binçavkirin, hat berdan.    Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajêr a Şirnexê Sabuha Akdag duh dema ku ji bo îfade bide çûbû Midûyeta Polîsan a Şirnexê hatibû binçavkirin. Hat hînbûn ku Akdag di encama îfadeya “şahidê veşarî” de hatiye binçavkirin. Akdag piştî îfade da dozgeriyê bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê jî bi heman daxwazê biryara berdana Akdag da.