Bertek nîşanî revandina cenazeyê Alankuş dan: Em ê gilî bikin 2022-08-12 15:45:54   STENBOL - Parêzer Sezîn Uçar bertek nîşanî revandina cenazeyê Ulaş Alankuş da û wiha got: “Em ê kesên cenaze revandin gilî bikin. Banga me li her kesî ew e ku xwedî li miriyên me derkevin.”    Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB), têkildarî bêhiqûqiyên li dijî cenazeyê endamê Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) û Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDK) Ulaş Alankuş ku di pevçûneke li Bazîd a Agiriyê de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hate dayîn. Li gel malbata Alankuş, her wiha parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), endamên ÎHD’ê û Platforma Dengê Nemir û Girtiyan (OTSP) jî di daxuyaniyê de amade bûn. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Em xwedî li mirî û gorên xwe derdikevin” hatibû daliqandin.    Di daxuyaniyê de birayê Alankuş, Bînalî Alankuş got ku dema ji bo wergirtina cenazeyê birayê xwe çûn Agiriyê, hem di dema teşhîskirinê de û hem jî di dema anîna cenaze de rastî gelek zextan hatine û wiha domand: “Dema ji bo teşhîskirina birayê xwe çûm ATK’ê, dozger zextekî giran li min kir. Heta em çûn Cemxaneya Gazî, gelek wesayîtan em şopandin. Hêzên ewlekariyê bi darê zorê destwerdana wesayîta cenaze kirin. Di ketina Taxa Gazî de jî polîsan cenaze ji me standin û revandin. Polîsek bi darê zorê li wesayîta cenaze siwar bû. Mafê me yê şîngirtin û definkirinê binpê kirin. Em vê sepanê qebûl nakin.”   GEF LÊ HATIN XWARIN   Piştre jî bavê Alankuş, Semîh Alankuş axivî û nêzikatiya li hemberî cenaze weke “sepana li dijî mirovahiyê” pênase kir. Alankuş, da zanîn ku polîsan di rê de ji wan re gotiye “heke di rê de qezayek çêbibe ez ji we dizanim” û bi vî awayî gef li wan hatiye xwarin.    DÊ GILIYÊ POLÎSAN BIKIN   Parêzera malbata Alankuş, Sezîn Uçar jî destnîşan kir ku ji kêliya wergirtina cenaze heta anîna Stenbolê, di her kêliyê de zext li malbatê hatiye kirin û wiha pê de çû: “Polîsan gelek caran malbat tacîz kir. Di dema teşhîskirina cenaze de kekê Alankuş, Bînalî Alankuş birayê xwe maç kir. Li ser vê yekê dozger ew ji wir dûr xist. Bi revandina cenaze re mafên definkirinê û girtina şînê ya malbatê hatiye binpêkirin. Di dema revandina cenazeyî de yek jê zarok bi giştî 14 kes hatin binçavkirin. Mafên herî demokratîk ên gel bi awayekî derhiqûqî hatin binpêkirin û bi îşkenceyê binçavkirin. Biryara qedexeyê, biryareke derhiqûqî e. Kesek nikare îşkence û ezyetê bike û rûmeta mirovan binpê bike. Mafê her kesî heye ku miriyê xwe li gorî urf û kevneşopiya xwe veşêre. Em ê derheqê kesên cenaze revandin de serlêdana sûc bikin. Banga me ji bo raya giştî ew e ku xwedî li miriyên me, cenazeyên me û goristanên me derkevin.”    'JI BO MIRIYAN RÊZ NAYÊ GIRTIN’   Hevserokê OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî jî got ku sepanên bi vî rengî li dijî çepgir, sosyalîst, welatparêz û kurdan weke rêbazeke “îşkenceyê” tê bikaranîn û li Tirkiyeyê bo miriyan çi rêz û hurmet nayê girtin. Endamê OTSP’ê Emrah Topaloglû jî diyar kir ku çi dibe bila bibe dê xwedî li miriyên xwe û bîranînên wan derkevin.