Îlker a ji bo kurê xwe yê nexweş di çalakiyê de: Hûn sûc dikin 2022-08-12 19:16:21   DENÎZLÎ - Dayika Songul Îlker ku ji bo kurê xwe Ekîm Polat ê tevî girtiyên nexweşê giran e nayê dermankirin, di çalakiyê de ye, destnîşan kir ku berpirsyarê îşkenceya tê kirin midurê girtîgehê ye û got: “Hûn sûc dikin.”   Rewşa girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, her ku diçe giran dibe. Dayika Polat Songul Îlker ku ji bo kurê wê were dermankirin li pêş Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dest bi çalakiya rûniştinê kir di roja 2’yemîn de bi midurê girtîgehê re hevdîtin kir. Îlker, têkildarî hevdîtina xwe ya bi midurê girtîgehê re axivî.    Îlker, da zanîn ku dema ew ji bo hevdîtina bi rêveberên girtîgehê re wergirtin hundir, fermandarê cendermeyan ji bo wê tahrîk bike gotiye “Bijî leşkere tirk” û personelên li beşa ziyaretvanan jî heqaret lê kirine. Îlker, bi bîr xist ku kurê wê ji bo pêdiviyên bingehîn 11 roj in ketiye çalakiya greva birçîbûnê, ji ber vê yekê ew jî 2 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixe, midurê duyemîn hatiye hevdîtinê û jê re gotiye “Ji ber ku Ekîm di çalakiya greva birçîbûnê de ye em nikarin tedawiya wî bikin.” Îlker, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Herkes gefên ji ber nasnameya kurê min a kurbûnê lê tên xwarin, avêtina dermanan a çopî, pêşwazînekirina pêdiviyên xwarinê û îşkenceyan dizane. Min di  hevdîtinê de got ku divê kurê min ji bo mafê tedawiyê demildest sewqî nexweşxaneyê were kirin. Lê weke ku tu pirsgirêk nebin hemû pirsgirêk înkar kirin.”   ‘HÛN SÛC DIKIN’   Îlker, bal kişand ku berpirsyarê îşkenceya heyî midurê girtîgehê Alî Riza Yildirim e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji tiştên ku bên serê min û kurê min Alî Riza Yildirim berpirsyar e. Ji ber tedawiya Ekîm Polat asteng dike, ji ber sûc dike berpirsyar ew e. Mafê tedawiyê yê kurê min asteng nekin. Hûn nikarin mafê wî yê jiyanê asteng bikin, hûn sûc dikin.”