Kameraya qereqolê kêliya têqîna ku H.E. giran birîndar bûbû ‘nekişandiye’! 2022-08-13 09:02:36   WAN - Di girteka têkildarî zarokê bi navê H.E. yê encama têqîna cismekî leşkerî de li gundê Kiratî yê navçeya Elbaka Wanê giran birîndarbûyî hatiye girtin, lewheya hişyariyê weke heye nîşan daye û hate îdiakirin ku kameraya ku herêmê 360 dereceyan kontrol dike, kêliya teqînê nekişandiye.    Li gundê Kiratî yê bi ser navçeya Elbaka Wanê ve di 26’ê tîrmehê de cîsmek leşkerî teqiyabû û di encama teqînê de zarokê 12 salî H.E. bi giranî birîndar bûbû. Rewşa H.E. her ku diçe giran dibe. Di lêpirsîna ji aliyê Qereqola Cendermeyan a Gullukê ve tê birêvebirin de gumana ji holê rakirina delîlan hate avakirin. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê de derket holê ku îfadeyên leşkerên berpirsê qereqola leşkeran a li herêma ku teqîn lê pêk hatiye, girtekên cihê bûyerê û belgeyên dîmenî yên kamerayên ku herêmê dişopînin li ser esasê afirandina bêcezahiştina dosyayê ne. Derket holê ku kameraya qereqolê ku 360 dereceyan qeydê digire kêliya teqînê nekişandiye, cihê ku bûyer lê pêk hatiye herêma qedexe ya leşkerî ya di dereceya duyemîn de ye û her wiha girtekên têkildarî ku tabelayên nîşan didin erd mayînkiriye, rastiyê nîşan nadin. Girtekên ku leşkerên ji herêmê berpirsyar girtine û wan bi xwe îmzekirine, dema cihê bûyerê yek bi yek hate lêkolînkirin dê aşkere bibe ku hewldana ji holê rakirina delîlan e.   AGAHÎ NEDAN 112’YÊ   Di “Girteka lêkolînê û şahid û lêpirsîna cihê bûyerê” de ku leşkerên li qereqolê wezîfedar in îmze kirine, hatiye îdiakirin ku bûyer saet di 09.02’an de pêk hatiye û saet di 09.06’an de fermandarê qereqolê û 112 hatiye agahdarkirin, lê di girteka îfadeyên leşkeran de têkildarî ku leşkeran 112 agahdar kiriye tu agahî cih negirtin. Her wiha derket holê ku 112 tenê ji aliyê welatiyên li wir ve hatiye lêgerîn û wiha hatiye cihê bûyerê. Birina H.E. ya 4 saet piştî teqînê jî tiştên qewimîne piştrast dike.    LEWHEYA HIŞYARIYÊ NÎNE LÊ DI GIRTEKÊ DE HEYE!   Di girtekê de ji aliyê leşkeran ve hate piştrastkirin ku cihê ku teqîn lê qewimiye aydê avahiya qereqolê ya berê ye û di girteka leşkeran de hate îdiakirin ku herêma ku teqîn lê pêk hatiye bi têlan hatiye dorpêçkirin, di têketina qadê de tabelaya hişyariyê ya 'erdê mayinkirî' heye û ev herêm di asta duyemîn de qada qedexe ya leşkerî ye. Lê belê di roja bûyerê û roja piştî wê de bi dîmenên welatiyan kişandine derket holê ku li tu devera teqîn lê hatiye kirin tabelayên 'erdê mayinkirî' nîne, herêm bi têlan nehatiye dorpêçkirin, heta niha tu hişyarî nehatiye dayîn ku herêm herêma qedexe ye û gundî her roj li herêmên navborî pezê xwe diçêrînin.    KAMERAYÊ EW KÊLÎ DÎSA NEKIŞANDIYE!   Di raporê de tişteke din a balkêş jî ew e ku kameraya li qereqolê ku 360 dereceyan her derê dikişine, kêliya ku teqîn pêkhatiye nekişandiye. Lê belê ne pêkane ku kameraya ku li noqteya herî bilin a herêmê ye û di 360 dereceyî de qeydan dike, wê kêliyê qeyd neke.    ‘LEWHEYA HIŞYARÎ Û TÊLKIRIN NÎNE’   Parêzerê malbatê Umît Avci hem têkildarî tiştên qewimîn hem jî têkildarî îdiayên li girtekên ku leşkeran îmzekirine axivî. Avci, da zanîn ku wan hemû belge û girtekên  têkildarî lêpirsîna ku ji aliyê qereqolê ve li herêma ku bûyer pêk hatiye girtine, lêkolîn kirine û wiha got: “Di girtekên ku ji aliyê rayedarên leşkerî ve hatin amadekirin de hat îdîakirin ku herêm di asta duyemîn de herêma leşkerî ye, herêm bi têlan hatiye dorpêçkirin û lewheyên hişyariyê hene.  Leşker di îfadeyên xwe de dibêjin mudaxeleyî bûyerê kirine, lê li gorî agahiyên kesên çûne cihê bûyerê; diyar kirin ku piştî birîndarbûnê wan alîkarî ji personelên leşkerî xwestine lê tu alîkarî nedane wan. Berovajiyê girtekan li cihê bûyerê tu tabelayên hişyariyê tune ne û cihekî ku her tim heywan lê tên cerandine. Vê yekê gundî bi xwe dibêjin. Di qeydên kamerayan ên dihatin destê me de jî bi awayekî zelal xuya dike ku tu lewheyên hişyariyê tune ne.”   ‘LEŞKERAN JI DAXWAZA ALÎKARIYÊ RE NEBÛN BERSIV’   Avci, diyar kir ku di bûyerê de îhmaleke cidî heye û wiha berdewam kir: “Rastiyek heye ku qereqol bi zanebûn û dilxwazî tedbîrên divê li vir bigirta, negirtine. Dîsa rastiya ku leşkeran di dema xwe de ji birîndar re mudaxile nekirine diyar e. Rewşeke cidî ya ji ber qisûrê holê de heye. Yek ji xala herî girîng jî ew e ku malbatê ji qereqolê alîkarî xwestiye lê alîkarî nehatiye kirin. Û îxmala piştî 4 saetan di dema zarok birin nexweşxaneyê de derketî heye. Niha rewşa zarok a xetereya jiyanî heye û di beşa lênêrîna awarte de ye.”   ‘LI DIJÎ LEŞKERAN TIŞTEK NÎNE’   Avci, da zanîn ku rapora çavdêriya dîmenan a piştî bûyerê hatiye girtin, dîmenên kêliya ku teqîn pêk hatiye tê de tune ye û wiha lê zêde kir: “Di wê girtekê de dibêjin ku kamerayeke ku qadê dibîne heye û dîmenên wê kamerayê saniye bi saniye tên lêkolînkirin lê çi ecêbe dîmenên kêliya teqînê nînin. Delîla herî girîng ev e. Niha di dosyayê de tiştê ji bo piştevaniya leşkeran heye lê tiştekî li dijî wan be tune ye. Di girteka ku roja bûyerê de hatiye girtin, her tiştên kêm vê carê lê zêde kirine. Refleksa dewletê ewqas pêşketiye ku ketine pey ku di tu bûyeran de zirarek negihe dewletê. Anku tiştekî li dijî dewletê di dosyayan de cih nade. Kameraya ku 360 derece dîmen digire çawa kêliya bûyerê nakişîne? Ev yek ji rastiyê dûr e.”   ‘DI BÛYERÊN WIHA DE HER TIM KAMERA XERABE NE’   Avci, destnîşan kir ku leşkerên ku girtek girtine ew leşkerên ku îhmala wan hene ne û wiha domand: “Di hemû dosyayên mirinê û yên wiha de ku faîl dewlet e delîl ji holê tên rakirin. Teqez an kamera xerabe ye an wê kêliyê nakişîne. Di encamê de vîneke ku ew mayîn li wir bi cih kiriye heye. Di dosyayên ku delîl tên reşkirin de mixabin dadgeh faîlan ceza nake. Ez parêzerekî 20 salan im lê min di bûyerên wiha yên bi mirin de neditiye ku leşker an polîsan ceza girtine. Ev polîtîkayeke bêcezatiyê û parastinê ye. Ev polîtîka ji dadgehê jî wêdetir e. Leşker û polis bi hişmendiya ‘ji xwe tiştek bi me nayê’ re azadiya hemû binpêkirinên mafan di xwe de dibîne.”   WÊ GILIYÊ BIKE   Avci, bi lêv kir ku ew ê careke din hemû qeydên kamerayan ên têkildarî bûyerê daxwaz bikin û diyar kir ku wê giliyê leşkerên li qereqolê li Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hundir bikin.    MA / Adnan Bîlen