Midûrê ku digot ‘Ez Esat Oktay im’ careke din şandin Girtîgeha Tekîrdagê 2022-08-13 09:03:10   ÎZMÎR - Midûrê Girtîgeha Kiriklarê Haydar Alî Ak ê ku ji xwe re digot “Ez berdewama Esat Oktay Yildiran im” carek din tayînî Girtîgeha Tekîrdagê hat kirin.    Midûrê Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê Haydar Alî Ak, careke din şandin Girtîgeha Tekîrdagê. Ak di cotmeha 2021’an de tayînî Girtîgeha Kiriklarê hatibû kirin û li vir bi binpêkirinên mafan û îşkenceya li dijî girtiyan hate rojevê. Ak beriya niha jî li Girtîgehên Edîrne û Tekîrdagê yên Tîpên F wezîfedar bû.    ‘EZ BERDEWAMÊ ESAT OKTAY YILDIRAN IM!’   Ak, piştî tayînî Girtîgeha Kiriklarê hate kirin ve xwe weke berdewama Esat Oktay Yildiran ê di 12’ê Îlonê de li Zindana Amedê îşkenceyên li dijî mirovatiyê pêkanîn, xwe da nasîn. Ak ê li vir polîtîkayên zextan bi awayekî sîstematîk xist meriyetê, kamera bi odeyan û cihê hewadarkirina girtiyan ve danî. Girtiyên ku li dijî vê derketin jî tundî li wan hat kirin û derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin. Bi serdegirtinên ser qawişan ên her tim de, dest danîn ser tiştên taybet ên girtiyan.    'EM Ê JÎ BIBIN KEMAL PÎR'   Berxwedana girtiyan a li dijî Ak ê ku di dema mayîna xwe ya Kiriklarê de bi binpêkirina mafan ji rojevê neket jî qet kêm nebû. Li dijî Ak ê digot “Ez Esat Oktayê li vir im” girtiyan jî bersiva wî dabû û jê re gotibûn, “Ew Esat Oktay be em ê jî bibin Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan. Em ê berxwedana xwe bidomînin.”   LI DIJÎ ZEXTAN ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Ak ê ev zext têra wî nekirin vê carê jî nîvê şevê bi dehan gardiyanan şand ser qawişan û cihên girtiyan guhertin û xwest girtiyên edlî bixin navbera girtiyên siyasî. Girtiyan vê carê li dijî zext û muameleya nebaş di 28’ê mijdara 2021’an de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger dan destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku gelek girtî bi dorvegerî tê de bûn, di roja 63’yemîn de daxwazên wan hatin qebûlkirin û çalakiya xwe bi dawî kirin.    SOZ NEHATIN GIRTIN   Lê sozên hatin dayîn bi demê re bi cih nehatin. Pirsgirêkên heyî qat bi qat zêde bûn. Vê carê jî girtî Onûr Yilmaz, bi nameya ji parêzerê xwe re şand ragihand ku di 17’ê gulana 2022’yan de ketiye rojiya mirinê.  Yilmaz bangeke lezgîn li raya giştî kir, nivîsand ku Midûrê Girtîgehê Ak ji tiştên bên serê wî berpirsyar e. Yilmaz, pişt re di encama hevdîtinên parêzeran de rojiya xwe ya mirinê bi dawî kir.    DÎSA ŞANDIN TEKÎRDAG’Ê   Ak ê bi îşkenceyên li Kiriklarê kirine tê zanîn, dîsa tayînî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hate kirin. Ak ê beriya niha jî li Girtîgehên Tîpên F ên Tekîrdag û Edîrneyê ku bi îşkenceyan hat rojevê, dîsa fikar tên kirin ku li Tekîrdagê îşkence, binpêkirinên mafan û zext li girtiyan bê kirin.    ÎŞKENCEYÊN LI EDÎRNE Û TEKÎRDAGÊ   Haydar Alî Ak, beriya niha jî dema di sala 2011’an de Midûrê Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê bû, bi fermana dabû gardiyanan destê girtiyekî şikandibû, tundiya fîzîkî li girtiyên din kiribûn. Dîsa ji girtiyekî ku ji wî re negotibû ‘Beyanîbaş’ re cezayê hucreyê yê yek kesî dabû, hejmarên serê sibê vegerand serdegirtinê û kesên îtîraz dikirin jî avêtibû odeyên bisingêr.   Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ku di sala 2017'an de lê bû, di encama talîmatên ku daye gardiyanan de parsûyên girtiyekî şikandibûn û li vir bi qiflekirina deriyê odeya bi singêr ku girtiyan avêtibûnê hatibû rojevê.