Li Çiyayê Tendurekê operasyon û şer diqewime 2022-08-13 10:39:40   AGIRÎ - Hat ragihandin di operasyona leşkerî ya li Çiyayê Tendurekê de hatiye destpêkirin, herêm hatiye bombebarankirin.    Li herêmên Kanîspî û Mêrga Pelexê û Çiyayê Tendurekê yên bi ser navçeya Giyadîna Agiryê ve Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) operasyona leşkerî da destpêkirin. Operasyon ji duh bi şev ve hatiye destpêkirin. Hat ragihandin gelek deverên Çiyayê Tendurekê ji aliyê helîkopteran ve hatiye bombebarankirn. Gelek wesayîtên zirxî sewqî herêmê hatine kirin û hat zanîn ku li hin cihan dem bi dem şer jî diqewime.    Hat zanîn ku vê sibehê jî yekîneyên leşkeran sewqî herêma operasyonê û şer hatine kirin.