Li Santrala Akkuyu cînayeta kar: Abdî Adiguzel mir 2022-08-13 11:47:05 MÊRSÎN - Karkerê bi navê Abdî Adiguzel ê li înşeata Santrala Nukleer a Akkuyu dixebitî jiyana xwe ji dest da.    Karkerê bi navê Abdî Adiguzel ê li Şîrketa Serban a girêdayî TSM Enerjiyê di înşeata Santrala Nukleer a Akkuyu de dixebitî, ji bilandahiyê ve ket û jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku di mesaiya şevê de destûra xebitandina Adiguzel nebûye û li şantiyeyê tevdîr nayên girtin.