Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn 2022-08-13 12:16:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan û rêveberên ÎHD'ê li Amedê li aqûbeta Îbrahîm Kartay, li Êlihê li aqûbeta Hecî Ahmet Er û li Îzmîrê jî li aqûbeta Tolga Baykal Ceylan pirsîn.    Xizmên Windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 705’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Biryardariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hildan.    Sekreterê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven diyar kir ku dewlet hê jî ji bo dîtina windakiriyan gav neavêtiye û heta winda bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin û windakirin bûne polîtîkaya dewletê.    28 SAL IN WINDAKIRÎ YE    Vê hefteyê serpêhatiya windakirina Îbrahîm Kartay ê di 15’ê tebaxa 1994’an de li gundê Hûnî ya bi ser navçeya Hênê ya Amedê piştî hat binçavkirin, carek din agahî jê nehat girtin, hat xwendin. Rêvebera ÎHD’ê parêzer Jiyan Ormanli serpêhatiya windakirina Kartay xwend.    ‘BILA KUJER BÊN CEZAKIRIN’   Omranli bal kişand ser çîroka windakirina Kartay û piştî ew li gund tê binçavkirin carek din agahî jê nayê girtin. Ormanli xwest kujer ango faîlên Îbrahîm Kartay ê 28 sal in agahî jê nayê girtin bên dîtin û got: “Em dixwazin di dosyeya Îbrahîm Kartay de heqîqet derkeve holê û lêpirsînek karîger a ku hemû berpirsiyarên sûc kirine bên tespîtkirin û cezakirin bê destpêkirin. Em dixwazin ji bo Îbrahîm Kartay û hemû windayan edalet bicih were.”    Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.   ÊLIH   Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên ÎHD'ê di hefteya 541'emîn de çalakiya "Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar xist. Çalakî li ber Biryardariya MafêMirovan a li serê Kolana Gulistanê pêk hat û wêneyên windakiriyan hatin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Hecî Ahmet Er ê di 15'ê tebaxa 1995'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatibû windakirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.    ÎŞKENCE LÊ HATIYE KIRIN    Endamê ÎHD'ê Akîf Akin serpêhatiya windakirina Er xwend. Akin behsa pêvajoya windakirina Er kir û destnîşan kir ku ew li qereqolê bi îşkenceyek giran ku lê hatiye kirin, winda kirin e. Akin anî ziman ku 27 sal in agahî ji Hecî Ahmet Er nayê girtin û hê jî windakirî ye.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştînê bi dawî bû.    ÎZMÎR    ÎHD'a Îzmîrê jî çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" ku ji du hefteyan carek li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê çalakî li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl û siyasî destek dan çalakiyê. Vê hefteyê li aqûbeta Tolga Baykal Ceylan ê di 10'ê tebaxa 2004'an de li navçeya Îgneadaya Kirklarelî hat windakirin pirsîn.