ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN 2022-08-14 09:00:02   * Prof. Dr. Yasemîn Ozgen diyar kir ku ew di doza Kobanê de bûn şahid ku îşkence û miameleya xerab li Aysel Tûglûk hatiye kirin û wiha got: “Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e.”   * Bi ser Komkujiya Dîgorê re 29 sal derbas bûn ku di encama gulebaranê de 17 sivîl hatibûn qetilkirin. Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak diyar kir ku ji wê rojê ve tene faîl hatin guhertin û bi lêv kir ku hişmendiya ku komkujî pêk anî, nehatiye guhertin.   * Welatiyê Wanê destnîşan kirin ku di encama polîtîkayên şer ên desthilatê de krîza aborî kûr bûye û bi lêv kirin ku êdî nikarin nan û avê jî bikirin.    * Rojnamevan Halît Ermîş, diyar kir ku piştî hevdîtinên li Soçiyê, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn û wiha got: “Sedema hebûna hêzên garantor ji holê radibe. Rûsyayê garantoriya Tirkiyeyê girtiye ser xwe. Îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku êriş bike.”   * Xoşnav Ata, diyar kir ku biraziyên wê Mîhrîban û Gulperîn Ata bi çekên kîmyewî hatine kuştin û bi çalakiya li pêş OPCW’yê daye destpêkirin re daxwaz dike ku çekên kîmyewî yên ku Tirkiye bi kar tîne bên lêkolînkirin.    * Li gundê Gundikremo piştî biryara îstîmlaqkirinê, xebatên lêgerîna komirê hatibûn destpêkirin. Tevî ku welatiyan doz dabû vekir jî, mal, bax û rezên wan hatin texrîbkirin û darên wan hatin birîn. Gundê ku di demên berê de di bin navê “Ewlehiyê” de hatibû şewitandin îcar jî bi biryara îstîmlaqkirinê tê rûxandin.   * Abdullah Çîftçî ku weke Qeymeqamê Sûrê, qeyûmê Şaredariya Sûrê, Sekreterê Giştî yê DBB’ê û Wekîlê Cîgirê Walî bi giştî 4 mûçe digirtin, niha jî weke Cîgirê Walî hate tayînkirin. Tê gotin ku Çîftçî dê li şûna qeyûmê DBB’ê Alî Îhsan Su weke “qeyûmê veşarî” dê şaredariyê birêve bibe.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de berdewam dike.    * Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz dê li Êlihê şahiyek were lidarxistin.    * Malbatên girtiyan dê li dijî binpêkirinên ku di demên dawî de li girtîgehan zêde dibin, li pêşiya Şaxa ÎHD’a Mêrdînê daxuyanî bidin û nobeta edaletêw bigirin.