Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin 2022-08-14 09:03:55 WAN - Welatiyê Wanê destnîşan kirin ku di encama polîtîkayên şer ên desthilatê de krîza aborî kûr bûye û bi lêv kirin ku êdî nikarin nan û avê jî bikirin.    Polîtîkayên şer ên desthilata AKP’ê û MHP’ê her ku diçe li Tirkiyeyê krîza aboriyê kûrtir dikin. Li gorî daneyên Lijneya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK); enflasyona meha Tîrmehê bû ji sedî 79.6. Enflasyona ku li gorî meha Tîrmehê ya sala par 7 qat zêde bûye, gel bêzar kiriye. Welatiyên hatin Bazara Pêncşemê ku li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê tê avakirin, krîza aboriyê ya giran ku dijîn vegotin.  ‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’   Omer Bûcak (71) ê teqawît, diyar kir ku mûçeyê teqawîtbûnê ku digire têr nake û heta nava mehê mûçe dihele û diçe. Bûcak, bi lêv kir ku ji bo fêkî û zebze bistîne hatiye bazarê lê her tişt gelek biha ye û wiha got: “Min li bihayan nêrî ez niha tenê dikarim zebeş bistînim. Rojên derbasbûyî min kîloya penîr pirs kir 60 lîre bû, niha min pirs kir dibêjin 100 lîre ye. Em ketine rewşeke wisa ku nikarin tiştekî bistînin û ji bo pere nîne em nikarin derkevin derve jî. Em li malê birçî ne û weke di hefsê de ne. Kar nîne, pere nîne; binerin mirov ji bazaran dest vala dizivirin.” Dema ku Bûcak got “em nikarin debara xwe bikin” welatiyekî din jî got “em ê bi nan û avê bijîn”. Li dijî vê Bûcak bi gotina “Êdî mirov nikarin nan û avê jî bikirin. Dema pere nebe dê nan û avê çawa bikirî?” bertek nişan da.    ‘MIROV NIKARIN DU NANAN BIBIN MALA XWE’   Ayşe Ûtûş jî diyar kir ku ji bazarê ji bilî kîloyeke fasûlî nikarî tiştekî din bistîne û wiha axivî: “Ji ber biha zêde ne ez ê êvarî werim û hewl bidim fêkî û zebzeyan bi bihayekî erzan bigirim. Rewşa me ya aboriyê nebaş e, li mala me kesên nexweş hene lê em nikarin ji bazarê tiştekî bistînin û bibin. Ne tenê ez temamî gel perîşan e. Ez hatim ku bacan, petat û zebzeyên din bistînim lê min tenê karî fasûlî bikirim. Yekane berpirsê zeman Erdogan û desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Mirov êdî nikarin du nanan bibin mala xwe. Roja din nan li malê tune bû. Pereyê ku em pê bistînin jî tune bû. Ez çûm mala xizmên xwe ar anî û karî nan bipêjim. Gel bi rastî jî gelek perîşan e. Keça min 5 roj in nexweş e pereye ku keça xwe pê bibim nexweşxaneyê nikarin peyda bikin.”   ‘MIN BIAVÊJIN HEFSÊ JÎ RASTÎ EV E'   Îsa Alici (78), bi lêv kir ku 10 sal in karê bazarvaniyê dike û demên dawî de nan û zik dixebitin û anî ziman ku li dijî hemû zemên hatin kirin desthilat û siyasetmedar bêdeng in. Alici, da zanîn ku beriya 10 salan ku dest bi bazarvaniyê kir, rewşa wan baş bû lê niha rewşa kesekî baş nîne û ev tişt gotin: “Kîloya bacanên herî xerab jî bûye 10 lîre. Berhemên din jî wisa ne, berê mirovan bi torbeyan distandin, niha nikarin kîloyek fêkî an zebze bistînin.” Alici, li ser gotina welatiyekê ya “Mamo neaxive wê te biavêjin hefsê” wiha got: “Çi dikin bila bikin. Biavêjin hefsê jî rastî ev e; mirov nikarin debara xwe bikin. Em ê heta mirinê jî rastiyan bibêjin.”   ÇARESERÎ: DI PIRSGIRÊKA KURD DE RÊYA AŞTIYANE YE   Welatiyê bi navê Muslup Kaplan jî bal kişand ser polîtîkayên zext û qûtifandinê yên desthilatê û da zanîn ku welatî ji ber vê yekê nikarin biaxivin û got: “Berê te bi 100 lîreyan 5 kîlo şekir û rûn digirt û pere jî ji ber diman. Niha bi hezar lîreyan em nikarin heman tiştan bistînin. Hezar lîre bûyer 100 lîre. Gotin me petrol dît lê lîtreya mazotê bû 30 lîre. Gotin ‘wesayît hilberandin’ lê bihayê erebeyan di asta herî jor de ye. Welat niha qediya ye. Sedemê vê yê bingehîn kesên bi rê ve dibinin.” Arîf Kaya jî diyar kir ku niha bêkar e, rewşa wî ya aboriyê xerab e û got: “Desthilat nikare welat bi rê ve bibe û gel xizan dike. Em hatin bazarê lê destvala diçin. Çareseriya vê pirsgirêkê jî çareseriya pirsgirêka kurd e û aştî ye.”   ‘PIRSGIRÊK BI VÊ DESTHILATDARIYÊ NAYÊ ÇARESERKIRIN’    Jina bi navê Zahîde jî destnîşan kir ku her bihayê her berhemî 2-3 qat zêde bûye û diyar kir ku 2 kîloyên biber û bacan reşan girt di destê wê de tene 5 lîre man. Esnaf Mûshap Balkiz ê li bazarê şimik difirotin jî diyar kir ku hejmara berhemên ku beriya niha difirotin daketiye nîvî û bi lêv kir ku aborî hatiye asta ku nikarin bijîn. Yek ji esnafê bazarvan Yûsûf Akay jî wiha got: “Berhemekî ku em îro dikirin roja din em bi heman bihayî nabînin. Rojekê berê me kiloya biber bi 10 lîre wergirt lê îro bûye 11 lîre. Biha sabît nasekinin. Mirov tên bazarê lê tiştê dixwazin nikarin bistînin. Yekane çareseriya vê pirsgirêkê jî guhertina desthilatê ye.”   ‘SEDEMA KRÎZÊ ŞER E’    Ersîn Sonmez jî bi lêv kir ku ji beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê mezûn bûye, bêkar e û diyar kir ku krîza aboriyê ya heyî ji ber polîtîkayên şer ên desthilatê kûr bûye. Sonmez, da zanîn ku rêya derketina ji krîzê demokratîkbûyîne û anî ziman ku divê desthilat demildest were guhertin. Sarya Tuncer jî anî ziman ku li mala lê dimînin nêzî 15 kes hene û wiha axivî: “Gel perîşan bû, dewlemend dewlemendtir, feqîr jî feqîrtir bû. Ez bi 350 lîreyan hatim bazarê hema bêje ez ê dest vala vegerim. Sedemê vê krîza aboriyê jî şerê heyî ye. Pereyên ku ji bo xizmeta gel xerc bikin, ji şer re xerc dikin.”   MA / Cengîz Ozbasar