Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike 2022-08-14 09:04:55 RIHA - Rojnamevan Halît Ermîş, diyar kir ku piştî hevdîtinên li Soçiyê, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn û wiha got: “Sedema hebûna hêzên garantor ji holê radibe. Rûsyayê garantoriya Tirkiyeyê girtiye ser xwe. Îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku êriş bike.” Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 5’ê tebaxê de li bajarê Soçiyê hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Tirkiye ji bilî guhertina demografiya bajarên Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî ku di bin kontrola xwe de digire, tevî hêzên garantor ên li herêmê hewl dide her roj rast e rast bi rêya hêzên paramîlîter êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.     Tirkiye ji bo vê pêk bîne her rê diceribîne. Di vê çarçoveyê de piştî di navbera Enqereyê û Şamê de li Sûriyeyê şer derket, cara ewil hevdîtin pêk hatin. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû, li paytexê Sirbîstanê Belgradê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Mîkdad re hevdîtinek kir. Îdiaya ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan wê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtinê bike, li gelek herêmên wekî Îdlib, Ezaz, Cerablûs, Marê, Raî, Bab, Soran û Serêkaniyê yên di bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter ku piştevaniya wan dike de ne rastî bertekên mezin hatin. Kesên ku xwe pêşandan kirin ala Tirkiyeyê şewitandin û diyar kirin ku li hev kirina bi hikumeta Şamê re qebûl nakin. Ligel van geşedanan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan di 8'ê Tebaxê de li dijî êrîşên li dijî herêmê zêde bûne, li ser sînorê Mêrdînê 3 çalakiyên cuda li dar xistine û di encamê de 23 leşker hatine kuştin. Rojnamevan Halît Ermiş ku bi salan e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamegeriyê dike, geşedanên awarte yên rojên dawî yên li herêmê pêk tên ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.    Ermiş, anî ziman ku tiştên ku veşartî hatine axaftin ji tiştên ku li Soçiyê hatine ragihandin girîngtir in û destnîşan kir ku bandora vê yekê li qadan xwe dide nîşandan. Ermîş, destnîşan kir ku esas tiştê diyar ker tiştên ku li qadê tên jiyîn in û wiha got: “Zêdebûna êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya piştî hevdîtinê bi awayekî zelal dide nîşandan ku her du aliyan di nava xwe de peymanek çêkirine. Di hin xalan de jî ev yek diyar dibe. Rûsya dixwaze hikumeta Şamê û Tirkiyeye bîne gelhev. Daxuyaniyên Mevlut Çavûşoglû di vê çarçoveyê de ne. Ji xwe Çavûşoglû got ‘di nava îstîxbaratan de hevdîtin hene’. Bi daxuyaniyên tên dayîn bingeha hevdîtina Erdogan û Esad tê amadekirin.”   Ermîş, bi lêv kir ku pêvajoya şer a li Sûriyeyê bi hevdîtinên hatin kirin ketiye asteke nû û wiha berdewam kir: “Hevsengiyên hêz di nava xwe de pêvajoyekê dide diyarkirin. Hêzên navnetewî yên koalîsyonê hene. Tevî ku têkiliyên Tirkiyeyê yên bi wan re baş in jî têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re baştir kirin. Tirkiyeya Suriye bi deh hezaran çeteyan dagirkir, rêya ku ji nû ve bi hikumeta Şamê re hevdîtinan bike digere.”   ‘HEVDÎTINA BI ŞAMÊ RE WÊ HESAN NEBE’   Ermîş, bal kişand ser xwepêşandanên li bajarên di bin kontrola komên Tirkiye piştevaniya wan dike de çêbûn û wiha lê zêde kir: “Tirkiyeyê heta niha hebûna xwe ya li Sûriyeyê bi ser van çeteyan pêk anî. Bi taybetî jî çeteyên bermayiyên DAIŞ û El Nûsrayê li gelek deveran bikaranîn. Tirkiyeyê li cihên ku dagir kirine polîtîkayên pişaftinê xistin meriyete. Pereyên xwe xistin dewrê. Pergala posteyê pêş ve bir. Saziyên dewletê li Sûriyeyê ava kir. Van komên çeteyan jî weke ‘em heta hetaye li vir in, em ê di bin garantiya Tirkiyeyê de bimînin, hikumeta Şamê nikare me ji vir derxîne’ fikirîn. Niha garantiya ku bi pergaleke federe dikarin wir kontrol bikin dane wan. Heke ew qas hesan nedibû ev qas çeteyan ber bi şer ve bişîne. Hin soz hene. Guhertina politikaya Tirkiyeya ku hebûna xwe bi vî awayî li Sûriyeyê ava kirî ya bi nişka ve, hevdîtina bi hikumeta Şamê er dide nîşandan ku wê ewqas hêsan nebe.”   BANDORA SOÇIYÊ YA LI SER IDLIBÊ WÊ ÇAWA BE?   Ermîş, bal kişand ku daxuyaniya nivîskî ku li ser navê SMO’yê der barê kiryarên li dijî Tirkiyeyê de li Enqereyê hatiye amadekirin û diyar kir ku bi daxuyaniyê hewl hatiye dayîn ku xwepêşandan weke asayî bên nîşandan. Ermîş, anî ziman ku bandora hevdîtinên Soçiyê wê li Idlibê bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên paramîlîter dikarin bên bikaranîn lê hêzên selefî yên weke Nûsrayê jî hene. Armancên van hêzan hene, bi Tirkiyeyê re di vê çarçoveyê de têkilî danîne. Ev hêz wê hevdîtinê qebûl bikin? Ev kom wê çekan danin? Van koman hebûna xwe li ser şerê 11 sal in didome avakirine. Hemû cîhan van koman weke çete dibîne. Dema şer nebe hûn ê van çeteyan danin ku dere? Ev yek xisûs, xisûseke ku serê Tirkiyeyê biêşîne ye. Hikumeta Şamê heke hevdîtina bi van koman re qebûl bike wê serê xwe bêxe belayê.”   ‘XETEREYA ESASÎ EW BI XWE NE’   Ermîş, bi bîr xist ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 8'ê Tebaxê de li dijî êrîşên li dijî herêmê zêde bûne, li ser sînorê Mêrdînê 3 çalakiyên cuda li dar xistine û di encamê de 23 leşker hatine kuştin û wiha pê de çû: “Tirkiye wê mirinê bîne herêmê, wê komkujiyan pêk bîne, hêzên li herêmê jî wê dest û lingên wan girêdayî bisekinin. Tiştekî wiha nabe. Heta niha li ser sînorê Tirkiyeyê çalakiyeke ku ji aliyê HSD’ê ve hatiye kirin nîne jî lê Tirkiyeyê ji êrişên xwe re ev kir hincet û gotin ‘li dijî me gef û xetere hene’. Lê esas xetere ew bi xwe ne. Li wan herêman tu êriş nebûn. Rûsya hêzêke ku li herêmê ye, dema êrişî herêmê hate kirin wê hebûna xwe girêdayî çi bike?”   ‘XWEPARASTIN MAF E’   Ermîş, destnîşan kir ku HSD’ê li dijî êrişan mafê xwe yê parastinê bikaranî û wiha domand: “Ev tişta herî însanî ye. Soçî ne peymaneke ku tenê di nava Tirkiyeyê û Rûsyayê de çêbûye ye, di nava hemû hêzan de peymaneke veşarî heye. Li dijî van êrişan ji tu dewletan dengekî cidî dernakeve. Diyar e ku pêvajoyeke pir alî û biaktor tê birêvebirin. Gelê herêmê van êrişan qebûl nake. Dixwaze xweparastinê bike. Tişta herî meşrû ku were kirin bersivdayîn e û ev jî maf e.”   ‘DAIŞ XELAS NEBÛ’   Ermîş, qal kir ku DAIŞ hêj li herêmê heye û got: “HSD’ê bi operasyonan gelek hucreyên DAIŞ’ê têk birin. Li dijî vê daxwaza Rûsyayê an jî hêzeke din a ji holê rakirina DAIŞ’ê heye? Ev hêz ji bo hebûna xwe bidomînin dixwazin DAIŞ jî hebe. Di îfadeyên hin DAIŞ’iyên piştî êrişên li Girtîgeha Sîna ya li Hesekê hatin girtin bi awayekî zelal nîşan dide ku kê araste kirine. Ev çete ne bi veşartî bi awayekî zelal di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Divê em matmayî neminin ku DAIŞ bi Tirkiyeyê êrişî herêmê dike.”    ‘RÛSYA TALÛKE DILÎZE’   Ermîş, destnîşan kir ku hêzên navnetewî li herêmê “siyaseteke dur û” bi rê ve dibin û wiha bi lêv kir: “Sedemê hebûna hêzên garantor ji holê radibe heta bi xeter dibe. Rûsya bixeter dilîze. Hincetê hebûna wê astengkirina kûrkirina krîzê ye lê Rûsya peywîra garantoriya xwe bi cih naîne. Şer piştî 2019’an de jî qet nesekinî. Gelo garantoriya Rûsyayê li ku ma. Rûsya agahiyên HSD’ê yên navenda Qamişloyê bi Tirkiyeyê re parve dike ku Tirkiye êriş bike. Ev garantoriyeke çawa ye? Rûsya garantoriya Tirkiyeyê girtiye ser xwe. Heke wisa berdewam bike di salên pêşiya me jî dikarin şahidiniya pêvajoyeke bi şer bikin. HSD’ê mafê xwe yê herî xwezayî yê xwe parastinê bikaranî. HSD hêzeke nîzamî ye, zarokên gelekî ku bedel dayî ne. Ev gel wê teslîmî Rûsyayê ne jî teslîmî Tirkiyeyê bibe.”   ‘ŞOREŞA ROJAVA DIBE HÊVÎ’   Ermîş, anî ziman ku gelen Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta li ber xwe danê nîşan didni û diyar kir ku wê li dijî tundiya êrişan teslîm nebin. Ermîş, qala girîngiya Şoreşa Rojava ya ji bo hemû cîhanê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “DAIŞ’ê ji gelek cihan êriş kir û xwest dewletekê ava bike. Li her derê hewl dan komkujiyan pêk bînin. Kesên ku ev lîstîka bi xwîn vala derxist bûn gelên li Rojava. Kesên teror sekinandin bûn gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Heke van gelan hemû cîhan ji vê xetereyê parastibe, dive hemû cîhan jî li dijî êrişên Tirkiyeyê bisekine. Li dijî êrişên tên kirin tenê niyeta baş têre nake. Divê bi îlankirina Roja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji mirovan dîwarek were lêkirin li derdora Rojava. Encax peymanên bi vî awayî hatine kirin, dikarin êrişan vala derxînin. Heke Şoreşa Rojava ya were fetisandin tê wateya fetisandina hemû mirovahiyê. Ev dê were wateya fetisandina demokrasiye. Rojava dibe hêviyek, rê nîşanî gelan dide. Dixwazin vê hêviyê bişikînin. Armanc ne tene qirkirina fizîkî ye, dixwazin hêviyên têkildarî pêşerojê vemirînin. Divê herkes li dijî vê derkeve.”   MA / Emrûllah Acar