Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin 2022-08-14 10:59:51   QERS - Nivîskar Mahmût Alinak li cihê Komkujiya Dîgorê dar çand û wiha got: “Me li cihê komkujî lê hatiye kirin, muzeya servekirî ava kir. Dîrok ji bîr nake. Em jî ji bîr nakin û dê hesaba wê bipirsin.”    Artêşa tirk li navçeya Dîgor a Qersê cerdevanî li welatiyan ferz kir, bi ser malên wan de digirt û îşkence li gel dikir. Li dijî van sepanan, gelê navçeyê di 14’ê tebaxa sala 1993’yan de xwest meşekî li dar bixe. Lê leşkeran gule li gel reşandin. Di encama gulebaranê de zarok û kal jî di nav de bi giştî 17 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Parlamenterê DEBP’ê yê berê û nivîskar Mahmût Alinak di 29’emîn salvegera komkujiyê de li cihê komkujiyê dar çandin û wiha got: “Me li cihê Komkujiya Dîgorê lê hatiye kirin, Muzeya Servekirî ava kir. Cihû, bi hezaran sal in li ber Dîwarê Girînê yê ji ber komkujiya asuran a li Mescîdî Eqsayê ma ye şîna xwe digirin. Bi vê muzeyê re em jî dê her sal êşa xwe nû bikin û dê bibe cihekî pîroz. Dîrok ji bîr nake. Em jî ji bîr nakin û dê teqez hesaba wê bipirsin.”