Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye 2022-08-14 11:44:09 RIHA - Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar bênavber didome. Malbatê îro di peyama xwe de wiha got: “Heke li holê sûcek hebe, hewceye daraz li kesê ew sûc kirin nenihêre bê ka kî ye. Komkujiya li nexweşxaneya dewletê hatiye kirin, li dijî dewletê hatiye kirin.”        Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 524’an de berdewam kir. Di dawiya hefteyê de deriyê edliyeyê girtî ye lewma malbatê çalakiya xwe li Pirsûsê li mala xwe domand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Heke li holê sûcek hebe, hewceye daraz li kesê sûc kiriye nenihêre bê ka kî ye. Komkujiya ku li nexweşxaneya dewletê hatiye kirin, li dijî dewletê bi xwe hatiye kirin. Tekane daxwaza dayikê edalete. Waliyê Rihayê diçe serdana malên sûriyeyiyan lê belê ji bo ku hemwelatiyên wî nekarin li ber siyê rûnin, bariyeran datîne pêşiya wan.”