Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir 2022-08-14 16:33:40   MÊRDÎN - Cerdevanê bi navê Metîn O. ku tê îdiakirin li ser Cehdeya Ravza ya Artûklûya Mêrdînê di bin navê eywana masajê de fihûş dida kirin, di şerekî bi şêniyên taxê re hate kuştin.    Li ser Cehdeya Ravza ya navçeya Artûklûya Mêrdînê di navbera kesên nasnameya wan nediyar û xwediyê eywaneke masajê de şer derket. Bûyer di 12’ê tebaxe de li Taxa Yenîşehîr a navçeya Artûklûyê pêk hat. Hat îdiakirin ku Metîn O. li eywana masajê fihûş dida kirin û li gel ku hat gilîkirin jî dîsa dest ji karê xwe berneda. Piştî ku şêniyên taxê destûr nedan vê yekê, nîqaş derket. Li gel vê yekê Metîn O. demanceya xwe ji ber xwe derxist û di navbera şêniyên taxê û Metîn O. de şer derket. Di şer de Metîn O. bi giranî, şêniyekî taxê jî bi awayekî sivik birîndar dibe.    Cerdevan Metîn O. rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê û li wir mir.