ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-15 09:00:14     * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya salan hişyariya “Sûriyeya duyemîn nêz e" kiribû û wiha gotibû: “An guftûgoyeke biwate yan jî pevçûneke kaotîk. Meseleya Sûriyeyê wê çarenûsa hikûmeta AKP’ê diyar bike.”   * Derbarê 16 rojnamevanên kurd ên hatin girtin de hêj îdianame nehatiye amadekirin. Parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr, bi lêv kir ku dosya her tim di erebeyeke marketê de tên gerandin.    *Aryen Kom ku li Wanê xebatên çand û hunerî dimeşîne, bi projeya “Konserên Tamarayê” tevna dîrokî û çandî ya bajêr bi muzîkê re anîn gelhev û klîb amade kirin.    * Kovara Destar a wejeyî ya ku sê mehan carekê, bi çar zaraveyên kurdî tê weşandin, bi hejmara xwe ya 5’an gihişt ber destê xwendevanên xwe yên kurdîhez û wêjehez.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 525'emîn de berdewam bike.    * Cenazeyê Zulfu (Îbrahîm) Yildirim ê ku 10 roj ji berdana wî re mabû û li Girtîgeha Xarpêtê jiyana xwe ji dest da dê li Dêrsimê bê veşartin. (12.00)    * OHD'a Wanê dê rapora Girtîgehên Derya Reş li Baroya Wanê eşkere bike. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Wanê dê binçavkirin û girtinên demên dawî pêk tên bi daxuyaniyek çapemeniyê protesto bike. (12.00)