ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-16 09:00:04   *  Welatiyê bi navê Bahattîn Alkiş ku ji bo tapoyê xwe tomar bike doz vekiribû lê 11 sal in serlêdanên wî bi hinceta ku “ewlehiya herêmê tune ye” bêencam dimîne û got: “Ji me re 'ewlehî' tune ye lê ji birîna daran re ‘ewlehî’ heye. Ev çi nakokî ye?"   * Parêzerên malbata zarokê bi navê H.E. (12) yê encama têqîna cismekî leşkerî de li gundê Kiratî yê navçeya Elbaka Wanê giran birîndar bûbû, giliyê berpirsyaran kirin.    * Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome. Malbata Ûlûg ji bo bûyerên mîna hev neqewimin, banga paqijkirina alavên leşkerî yên li herêmê kir.    * Li girtîgehên ku di du rojên dawî de 2 kesan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan, di 8 mehan de girtiyên nexweş jî ku berdana wan hatin astengkirin jî di nav de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da.    * Egîtîm-Sena Wanê piştî ku Walîtiya Wanê li gelek kolanên bajêr daxuyaniyên çapemeniyê û çalakî qedexe kir, bi daxwaza rawestandina înfazê serî li dadgehê da.   *  Hilberînerê bacanan Abdûlkadîr Mûrk bi lêv kir ku li dijî lêçûnên zêde dibin, her ku diçe ji hilberînê qut dibe û wiha got: “Ez her ku diçe biçûk dibim, êdî em nikarin bêhnê bistînin.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 526'emîn de berdewam bike.    * Siyasetmedarê kurd Mehmet Candemîr ê duh li Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê ya Tîpa L'yê ku tê îdiakirin di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye, dê li Goristana Asrî ya Êlihê bê veşartin. (11.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-13.00)      * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û şandeya pê re dê li Nevşehîrê beşdarî Çalakiyên Çand Hunerî û Bîanîna Haci Bektaşî Velî ya Netewî û Navnetewî bibe. (11.45/17.30)