Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da 2022-08-16 09:09:02 WAN - Egîtîm-Sen a Wanê piştî ku Walîtiya Wanê li gelek kolanên bajêr daxuyaniyên çapemeniyê û çalakî qedexe kir, bi daxwaza rawestandina înfazê serî li dadgehê da. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) ya Wanê li ser biryara walîtiya Wanê ku li gelek kolanên bajêr daxuyaniya çapemeniyê û çalakiyan qedexe kir, bi daxwaza rawestandina înfazê serî li dadgehê da. Sendîkaya ku serî li Dadgeha Îdareyê ya Nobedar ya Wanê da, xwest qedexeya walitiyê ya derbarê Kolana Hunerê, Parka Hunerê, Parka Feqiyê Teyran, Parka Mûsa Anter, Parka Dabbaoglû, Parka Ehmedê Xanî, Parka Kent, Parka VAN-TSO, Parka Kûrtûlûş, Parka Bajarê Mezin, Parka Jinan, Kolana Tenduristiyê û Baxçeyê Milet bê rakirin.   MAFÊ WELATIYAN Ê QANÛNA BINGEHÎN TÊ QEDEXEKIRIN    Di serlêdanê de ku balê dikişîne ser wê yekê ku li Wanê bi awayekî fîîlî mafê “Civînan û Xwepêşandanan” ku mafekî Qanûna Bingehîn e hatiye betalkirin û her çiqas ji aliyê rêxistinên pîşeyî, saziyên sivîl û welatiyan ve gelek doz hatin vekirin û doz hê jî berdewam dikin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku di nava sînorên bajêr de bikaranîna mafê mirovan ê qanûna bingehîn hatiye qedexekirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku Walîtî biryarên dijqanûnî digire û yên dixwazin daxuyanî bidin, bimeşin, çalakiyên demokratîk li dar bixin jî bi êriş û mudaxileyên tund yên polîsan û leşkeran re rûbirû dimînin. Di serlêdanê de hat gotin destûr nayê dayî ku meşek bê lidarxistin û kesek gotinek û bertekên xwe demokratîk bêje.