Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike 2022-08-16 10:31:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye bi awayek hemwext êrişî ser Kobanê, Şêrawa û Til Temirê û gundên rojavayê Girê Spî dike.  Tirkiye bi awayek hemwext êrişî ser navenda bajarê Kobanê û gundewarê wê, gundewarê navçeya Til Temirê û gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê û 5 gundên rojavayê bajarê Girê Spî dike.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Tirkiye gundên Erîda, Leqleqo, Sewan, Xirbet Beqer û Kopirlek ên gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî bi çekên giran topbaran dike.   Tirkiye di heman demê de 3 gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, 6 gundên rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, navenda bajarê Kobanê û gundên Boban, Siftek, Sêlim û Aşmê yên li ser sînorê rojavayê Kudistanê û Tirkiyeyê yên li rojavayê bajarê Kobanê, her wiha bajarokê Şêxler Jorîn ê li hember bajarê Cerablusê topbaran dike.