Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin 2022-08-16 12:08:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Di topbarana Tirkiyeyê ya li ser bajarê Kobanê û gundewarê wê de zarokek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn. Êrişên Tirkiyeyê yên li ser navenda Kobanê û gundên derdora wê berdewam dike. Li gorî nûçeya ANHA'yê; di topbarana Tirkiyeyê de li gundê Zorava yê dikeve rojavayê bajarê Kobanê zarokê bi navê Ebid Mihemed Hecî ji ber bi xedarî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. Her wiha Ebid Xelef û Merwî Hemdo yên ji gundê Siftek û zarokê bi navê Xelîl Cîhad Şêxo yê 2 salî birîndar bûn.   Topbarana li ser navenda bajarê Kobanê û gundên wê yên sînorî hîna jî dewam dike û heta niha bi dehan top li herêmê ketine.