Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire 2022-08-16 12:32:35 RIHA - Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam e. Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol û endamên lijneya rêveber îro bi malbatê re nobetê digirin. Di çalakiyê de Îzol ev pirs kir: “Gelo çima ev dosyaya cînayetê ewqas bi demê re tê vehêlandin?” Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 526’an de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Polîsan nehişt ku dayik û kurê wê li sîberê rûnin û wan jî li gel rêveberên Baroya Rihayê li “Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kirin. Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol û endamên Lijneya Rêveber a Baroyê dê îro bi malbatê re nobetê bigire.    ‘EV BÛ 4 SAL TI PÊŞKETIN NÎNIN’   Mehmet Velat Îzol di çalakiyê de axivî û da zanîn ku heta niha jî daxwaza edaletê ya malbatê bi cih nehatiye û wiha got: “Li şûna ku edaletê pêk bînin, gelek derhiqûqî li malbatê kirin. Ji ber gotinên dayikê, derheqê wê de lêpirsîn hatin vekirin. Lê li hêla din jî ev bû 4 sal ku di lêpirsîna derheqê kuştina endamên malbatê de ti pêşketin nînin. Banga me ya ji bo meqamên lêpirsînê ev e; em parsekiya edaletê nakin, em dixwazin ku hûn berpirsyariya xwe pêk bînin. Bi qanûnên xwe bikin. Divê ji malbatê û raya giştî re bibêjin bê ka di nava 526 rojan de çi kirine. Gelo çima dosyayeke cînayetê ewqas bi demê re tê vehêlandin? Em bersiva vê dixwazin. Divê sozên xwe pêk bînin û edaletê bi cih bê. Ne 526 roj, hezar û 526 roj jî derbas bibin em ê li vir rûn in.”    Malbatê jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dayikek, ji bo ji bo zarokên xwe yên li nexweşxaneyê hatine qetilkirin û ji bo zarokê xwe yê 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin, li Rihayê edaletê dixwaze. Hemû cîhanê hewara wê bihîst lê dayikê bi ti awayî nekarî dengê xwe bigihîne rayedaran.”