Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin 2022-08-16 16:56:32 ÎZMÎR - Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê hate girtin. Çalakvanan xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan.  Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û bidawîkirina tecrîda li girtîgehan, li Îzmîrê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 99’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê domiya. Çalakvanan pêşmalkên “Deng bide zindanan” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn. Her wiha Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karşiyakayê jî piştgirî da malbatan.    Di çalakiyê de Hevserokê HDP’a Karşiyakayê Memfî Yilmaz axivî û got ku ew piştgirî didin malbatên girtiyan û wiha got: “Li girtîgehan zextekî sîstematîk tê kirin. Zexta psîkolojîk li ser girtiyan dikin, mafê wan ê telefonê tê astengkirin û hevdîtinan bisînor dikin. Girtî li girtîgehê di nava girtîgeheke din de ne. Polîtîkaya zextê ya desthilatdariyê ya li ser girtîgehan didome. Divê girtîgeh di zûtirin demê de werin valakirin. Pirsgirêkên Aysel Tugluk dijî, di qada navneteweyî de jî tên nîqaşkirin. Lê nayê berdan. Her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin. Divê hemû kes guh bide dengê dayikan. Tevî hemû bêhiqûqiyan jî fedekariyeke mezin dikin û çalakiya xwe didomînin.”    DENÎZLÎ   Rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, roj bi roj xerabtir dibe. Dayika Polat, Songul Îlker jî ji bo tedawîkirina kurê xwe li pêşiya girtîgehê dest bi çalakiyê kiribû. Çalakiya Îlker di roja 4’an de berdewam kir. Îlker, di çalakiyê de ev tişt anî ziman: “Bi hincetên cuda nahêlin ez bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê bikim. Mafê min ê hevdîtinê heye ku îro saet di 16.00’an de bi kurê xwe re hevdîtinê bikim. Duh ji girtîgehê ambulansek derket. Ez nizanim bê ka kurê min li vê derê ye yan na. Dema ez çûm hevdîtinê dê bizanim li vê derê ye yan na. Ji ber ku agahiyan nadin min. Banga min ji bo her kesî ew e ku di mijara tedawîkirina kurê min û girtiyên nexweş de dengê xwe bikin.”