ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-17 09:00:01     * Dema ku kiryarê sûc esker û polîs bin, kamerayên ku li seranserê welêt 24 saetan dixebitin an qeyd nakin an jî xera dibin. Bi vî awayî kesên sûc dikin tên fihêtkirin û doz jî bi bêcezakirinê bi dawî dibin.   * Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê ku bi Malbata Şenyaşar re nobed girtin gotin, "Em aliyên vê dozê ne" û ji bo pêkanîna edaletê bang kirin.   * Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, cezayên dîsiplînê yên li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine birîn wekî "Zordestiyê şûna hiqûqê girtiye" pênase kir û got ji bo pêkanîna hevdîtinan pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye.   * Hevserokê Giştî yê DAD’ê Mûsa Kûlû ku desthilata AKP’ê û MHP’ê weke “berdewama hişmendiya Abdûlhamît” penase kir, wiha got: “Desthilat hewl dide elewiyên xwe biafirîne lê wê bisernekeve.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 527'emîn de berdewam bike.    * Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê dê li Şanoya Bajêr a Amedê panelek bi mijara "Rûxandinên qeyûm di qada jinan de û avakirina xeta têkoşîna hevpar" li dar bixe. (10.30)    * Malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê, Nobeda Edaletê berdewam bikin. (11.00-16.00)   * Malbatên girtiyan ku li Stenbolê Nobeda Edaletê digirin û bi tundiya polîsan re rûbirû mabûn dê têkildarî zextên li ser xwe li avahiya ÎHD'a Stenbolê daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê dê bi dirûşma "Li dijî mêtingeriyê azadiya civakî" li eywanek dawetê şahî li dar bixe. (17.00)