25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin 2022-08-17 09:55:46 ŞIRNEX - Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz xwestin têkildarî talankirina daristanên herêmê bi rayedaran re hevdîtin bikin lê bersiva wan nehat dayîn. Her wiha parlamenteran 25 pêşniyazpirsên têkildarî talanê pêşkêşî Meclisê kiribûn jî bêbersiv man.    Li herêma Besta û çiyayên Cûdî û Gabarê 2 sal in bênavber dar tên birîn. Li dijî birîna daran ku di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan pêk tê, ji aliyê rayedaran ve heta niha tu daxuyanî nehat dayîn, îtîraz û daxwaznameyên ji bo rawestandina qirkirina daran jî hatine dayin jî bêbersiv hatine hiştin. Li dijî talana ku li herêmê 2 sal in berdewam dike parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz heta niha 25 peşniyarpirs pêşkêşî Meclisê kirine da ku qirkirina daran bê sekinandin. Lê heta niha yek ji wan pêşniyazpirsan jî nehatiye bersivandin.    Parlementer Nuran Îmîr derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku li herêmê li gel talankirina xwezayê polîtîkayên taybet ketin meriyete.     'PARÇEYEKE KONSEPTA ŞER E'   Îmîr anî ziman ku li herêmê konsepteke berfireh a şer heye û wiha gotî: "Li dijî hebûna gelê kurd êrişeke mezin heye. Tişta ku em dibêjin hebûn; ziman, çand, ax, dar û xweza ye. Li dijî nasnameya kurd a siyasî çiqasî nêzîkatiyeke dijminane hebe, li hemberî xwezaya wê jî bêwîjdanî û bêhiqûqî heye. Kurdistan bi giştî di hedefa vê konsepta şer de ye. Lê belê Şirnex ji bo dewletê her tim bûye herêmeke tampon a taybet û bi awayekî stratejîk hatiye desteserkirin. Li vir hemû lîstik, hesab, polîtîka û projeyên xwe xwestine bixin meriyetê. Di salên 90'î de di dema şerê dijwar de pênaseyên wekî ‘Komara Şirnexê’ hatin kirin. Em talankirina xwezaya herêmê di vê çarçoveyê de dinirxînin. Birîna daran teqez talan e. Ev mantiqa eslî ya kolonyalîzmê ye, ku her tiştê ku aîdê Kurdistanê û gelê kurd e, wek ganîmet dibîne. Ev pêkanînên dijminatiyê ne ku di bin navê 'ewlehiyê' de pêk tîne û meşrû dibîne ye."   2 SAL IN LI NIKARIN BI RAYEDARAN RE HEVDÎTIN BIKIN    Îmîr diyar kir ku ev 2 sal in li herêmê têkildarî talankirina daran dixwazin bi rayedaran re hevdîtin bikin û got: "Li dijî birîna daran her dem em di nava hewldanan de ne. Li ser hemû êrişên ku pêk hatine û bi taybetî jî li dijî vê talankirina xwezayê me hem serî li Midûriyeta Daristanan a Şirnexê hem jî li midûriyetên herêmê serlêdan kirin. Her wiha daxwazên me yên hevdîtina bi qeymeqam re jî çêbûn. Lê tu bersiveke erênî ji nedan me.”     25 PÊŞNIYAZPIRS BÊBERSIV HATINE HIŞTIN    Îmîr da zanîn ku heta niha wan weke 3 parlementerên herêmê têkildarî mijarê 25 pêşniyazpirs pêşkêşî parlementoyê kirine û derbarê vê mijarê de jî wiha got: "Weke parlementerên bajêr di van du salên dawî de me 25 pêşniyazên lêkolînê û pêşniyazpirs pêşkêşî parlamentoyê kirin. Lê belê tu bersiv nehat dayîn. Ji aliyê wezareta pêwendîdar ve tu bersiv bo me nehatin dayîn. Li ser vê yekê piştî ku Wezareta Karên Hundir îdia kir ku bi hinceta 'ewlehiyê' daran dibirin, ji bo wê jî hewledanên me çêbûn. Lê me ji vê yekê jî bersiveke erênî negirt. Her wiha me ev pêşniyazpirs pêşkêşî Şêwirmendiya Serokomariyê jî kirin. Lê me tu encam bi dest nexist. Lê belê me bi dehan caran ev rewş di parlamentoyê de jî anî ziman. Me heta niha tu bersivek devkî jî negirt. Şirnex her tim di bin navê 'ewlehiyê' de bêîrade hat hiştin. Yên ku wek pêşengê demokrasiyê dihatin hesibandin qet dengê Şirnexê nebihîstin. Li vir armanca sereke valakirina Cûdî û Botanê û guhertina demografiya wan e. Bi mantiqa kapîtalîzmê tevdigerin. Ji darên hê fîdan in bigirin heta darên kevnare dibirin. Bi vî rengî dixwazin rastiya Botanê ji holê rakin.”