Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e 2022-08-17 10:25:52 DÊRSIM - Hevserokê Giştî yê DAD’ê Mûsa Kûlû ku desthilata AKP’ê û MHP’ê weke “berdewama hişmendiya Abdûlhamît” penase kir, wiha got: “Desthilat hewl dide elewiyên xwe biafirîne lê wê bisernekeve.”   Êrîşên sîstematîk ên li dijî elewiyan ku her serdemê pêş dixin û polîtîkayên desthilata AKP’ê yên cihekirinê her ku diçe zêde dibin. Xeleka herî dawî ya van êrişan di 30’ê tîrmehê de li Enqereyê bi awayekî hemwext li dijî Komeleya Jiyandin û Dançêkirinê ya Malên Çandê ya Şah-ı Merdan, Mala Cemê ya Dayika Fatma, Komeleya Gund a Gokçebel û Navenda Giştî ya Weqfa Elewî Bektaşî ya Turkmenan pêk hatin. Daxuyaniyên ji aliyê AKP'ê ve ku beriya niha bi hedefgirtina Elewiyan re zemîn ji êrîşan re amade kiribû, piştî êrîşên dawî bal hat kişandin.  Li gel daxuyaniyên ‘şermezarkirina” êrişê, serdana Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan a li Mala Cemê ya Huseyîn Gazî bû mijara nîqaşê. Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, daxuyani û serdana desthilatê nirxand.    BERDEWAMA HIŞMENDIYA ABDULHAMÎT E   Kûlû, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê her beşa ku weke “yên din” tên penasekirin hedef in û wiha got: “Em bînin bîra xwe ji damezrandina komarê ve hemû beşên civakî yên din ên li welat dijîn bûne hedef. Di serdema Selçûkiyan de li Anatoliyayê ji sedî 80 zêdetir ji civaka êzdiyan pêk dihat. Di nava demê de bi polîtîkayên pişaftinê ev hejmar hate mehandin. Li Osmaniye jî berdewam kir û bi Yavûz Sûltan Selîm gihişt lûtkeyê. Bi 2’yemîn Fermana Mahmût hin tiştên din qewimîn û dema Abdûlhamît hat zêde bûn. Hişmendiya Tayyîp û Bahçelî berdewama hişmendiya Abdûlhamît in. Weke ku herkes dizane kesên Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibin dibêjin berdewamî esas e. ” Projeya ku her kesî bike tirk û misilman, bi ferzkirina heman mantiq, heman zîhniyetê û qedandina yên din, tunehesibandin û înkarkirina bawerî, çand û zimanên cuda ev 100 sal in tê meşandin.”   ‘PERGALA YEK ZILAMÎ DIJMINAN ÇÊDIKE’   Kûlû, tifaqa AKP’ê û MHP’ê weke “Dawiya senteza dewleta tirk îslam” penase kir û wiha berdewam kir: “Dema pergala yek zilamî hate asta ku nikare bi rê ve bibe neçar dimîne ku ji xwe re dijminan çêbike. Gelo hûn ê dijminan çawa hilberînin? Hûn ê civakên herî berxwedêr, lêkolîn dikin hedef bigirin û hem olî hem jî netewperestiyê bikartînin. Niha di destê dewletê de ne qozê Sûriyeyê ne jî yê Iraqê maye. Bi êrişkirina derve, çêkirina dijminan hewl dide hundir terbiye bike. Bi vê yekê dixwaze desthilata xwe hineke din li ser piyan bihêle. Ev rewşa bi rê ve nebirinê ye. Herî dawî neçar ma teslîmî Îran û Rûsyayê bibe. Em ji Esed hatin Esad, em ê ji Esad jî werin birayê Esad.”   ‘HEWLDANA KU ELEWIYÊ XWE BIAFIRÎNE’   Kûlû, bi lêv kir ku welat ketiye pêvajoyeke hilbijartinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilat hewl dide elewiyên xwe biafirîne. Ji ber vê yekê bi mirovên ku wan perwerde kirine tînin serê saziyan û hewl didin wê hêzê hinek din kêmtir bikin. Serdana Huseyîn Gazî jî tam berhema vê yekê ye. Hem refleksa civakê ya li dijî vê dît. Li aliyê din jî ji bo elewiyê xwe biafirîne hewcehî bihewldaneke wisa hebû. Wê serbikevin? Qet sernakevin.”   ‘NEÇARE HEVRÛ BIBE’   Kûlû, destnîşan kir ku serdanên desthilatê bêwatê ne divê hevrû bibe û wiha domand: “Derfetê AKP’ê yê hevrûbûnê nîne. Ji bo ku hevrû bibin divê dewlet hemû gunehên xwe qebûl bike. Divê ji Osmaniyê heta Komarê heta serdema niha hemû tiştan qebûl bikin. Divê bi Madimak, Mereş, Dêrsim û Şêx Seîd re hevrû bibe. Derfetê wê yê vê bike nîne. Lê heqîqet li ser piyan e. Îro nebe wê piştî 50 salên din ev pergal, dewlet bi kurdan, elewiyan, çerkezan re bi hemû civakên zilm lê kirin re hevrû bibe.”   ‘EM DEST JI BÎRA XWE YA ÇANDÎ BERNEDIN’   Kûlû, destnîşan kir ku elewî dixwazin tenê bi ziman, bawerî, çand û bîra xwe bijîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê weke xwediyên vî welatî ne yên din, kirêgir. Em li vir bûn. Em xwediyên vir ên esas in. Hatin vir me dilê xwe li vekir, me qet nepirsî. Lê wan hewl da me bikin köle, me jî ji bo nebin kole li ber xwe da, îro jî hewldaneke me ya em bi bawerî, çand, ziman û bîra xwe ya dîrokî bijîn heye. Em ê qet dest ji vê yekê bernedin.”   MA / Eylem Akdag