Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-08-17 10:31:55   MÊRDÎN - Li Mêrdînê di 15’ê Tebaxê de 20 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li navçeyên Nisêbîn, Qoser, Dêrik, Midyad û Artûklû yên Mêrdînê di 15’ê Tebaxê de polîsan bi ser malan de girtibû û 20 kes kiribûn binçavan. Duh karûbarên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê temam bûn. 16 kes li emniyete hatin berdan û 4 kes jî sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin. Her çar kes jî ji aliyê dadger ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan.