Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin 2022-08-17 11:24:07   COLEMÊRG - Cenazeyê 11 endamên HPG’ê ku di şer de jiyana xwe ji dest dane li depoya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tên sekinanin. Welatiyên ku bûn şahidê rewşê, bang li saziyên mafên mirovan kirin ku ji bo vê rewşê bikevin nava hewldanan.    Cenazeyên 11 endamên HPG’ê ku di şerê Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li herêmên ser sînor ên Colemêrgê û herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe daye destpêkirin de jiyana xwe ji dest dane li depoya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tên sekinandin. Welatiyên ku bûn şahidê cenazeyên şûna morgê li depoyê tên ragirtin, bang li saziyên mafên mirovan kirin ku ji bo vê rewşê bikevin nava hewldanan.