Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt 2022-08-17 16:40:48     ÎZMÎR - Li Îzmîrê Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 100’emîn de berdewam kir.   Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Îzmîrê di roja 100’emîn de berdewam kir. Malbatan îro li ber Girtîgeha Kiriklara Bûcayê çalakiya xwe li dar xist. Rêveberên HDP’ê destek dan malbatan û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.    Endamê HDP’e Cahît Gunay diyar kir ku ew piştgiriyê didin malbatên girtiyan û bi sedan girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Gunay da zanîn ku hê du roj berê 2 girtiyên siyasî hatin qetilkirin û dewlet qanûnên xwe bicih nayine. Gunay da zanîn ku di salek dawî de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û ji ber Aysel Tûglûk kurd e nayê berdan û xwest dawî li polîtîkaya tecrîdê bê anîn.    DENÎZLΠ   Nobeda Edaletê ya Songul Polat a dayika girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Denîzliyê girtî ye jî ji bo lawê wê berdan û tedawî kirin dest bi çalakiya rûniştinê kiriye û çalakiya wê di roja 5’emîn de berdewam kir. Polat xwest dawî li polîtîkaya zextên li ser girtiyan bê anîn û lawê wê bê berdan.