Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin 2022-08-18 09:03:08 WAN - Parêzer Zinar Kef ku li Girtîgeha Baybûrt a Tîpa M'yê ya Jinan hevdîtin bi girtiyên jin re kir, diyar kir ku girtiyên jin ên mafê wan ê tenduristiyê hatiye astengkirin, bi cezayên dîsîplînê înfaza wan hatiye şewitandin. Kef got: "Hema bêje înfaza hemû jinan hatiye taloqkirin."   Girtîgehên ku her tim bi zext, pêkanînên xerab, binpêkirina mafan û îşkenceyê di rojevê de ne, ji bo girtiyan hema bibêje bûne "mirinxane." Girtiyên nexweş ji ber ku mafê wan ê herî bingehîn ê tenduristiyê tê binpêkirin jiyana xwe ji dest didin. Di 8 mehên dawî de cenazeyên 43 girtiyan ji girtîgehan derketin. Endamê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Zinar Kef ku bi girtiyên jin ên li Girtîgeha Baybûrtê ya Tîpa M'yê hevdîtin pêk anî, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên girtiyên jin û tiştên li girtîgehên Herêma Behra Reş diqewimin.   TECRÎD Û ÎZOLASYON   Kef diyar kir ku pirsgirêkên li girtîgehên herêmê her diçe zêde dibin û got: “Ev pirsgirêk her diçin lareşî dibin û ev jî dibe sedem ku girtî hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê manewî ve mexdûr bibin. Ji ber vê sedemê girtiyan di 10’ê Tîrmeha 2022’yan de li Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê ji bo pênc rojan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin û çalakî hê jî didome. Çendî ku daxwazên girtiyan qanûnî û hiqûqî ne jî, lê rêveberiyên girtîgehan van daxwazên girtiyan li ber çavan nagirin. Hemû pirsgirêkên ku li Beşîkduzuyê diqewimin li girtîgehên din jî rû didin. Li hemû girtîgeh heman tecrîd û îzolasyon rû dide."    REWŞA GIRTIYÊN JIN   Kef da zanîn ku Girtîgeha Baybûrt a Tîpa M a Jinan yek ji girtîgehên ku herî zêde binpêkirina mafan lê rû didin û wiha got: “Girtiyên ku me hevdîtin bi wan re pêk anîn gotin ku pirsgirêk neguheriye û her diçe zêde dibin. Hat gotin ku Fecriye Benek a ku nexweşiya mantarê pê re heye ji ber ku dermanên wê nayên dayîn nikare bê dermankirin. Dîsa em dizanin ku Nûdem Dûrak, Ayfer Başlî, Ela Kamiş û Nûrcan Ersoz bi nexweşiya guatrê ketine û girtiya bi navê Neslîhan Çetîn jî emeliyat bûye, lê nehatiye dermankirin û ji ber ku li nexweşxaneyên Baybûrtê alav nîn in ev nexweşî bi rêk û pêk nayên teşxîskirin û dermankirin."   BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ   Kef diyar kir ku girtiyên li girtîgehan nikarin xwe bigihînin saziyên tenduristiyê û got: “Veguhastina girtiyan a ji bo nexweşxaneyan pir dereng tê kirin, lewma şandina girtiyekî a ji bo nexweşxaneyê 2-3 mehan wext digire. Ev yek jî xwegihandina mafê tenduristiyê asteng dike. Bijîşk muayeneya bi kelepçe ferz dikin, ev jî rûmeta girtiyan binpê dike. Ji ber ku girtî vê pêkanînê red dikin nayên dermankirin. Her wiha cendirmeyên ku tenê di derketina girtîgehê de erka wan a ewlehiyê heye, li derveyî erka xwe lêgerîna li hundirê dev jî dikin. Ev lêgerîna di hundirê dev de îşkence ye. Zeynep Erdem ku li Girtîgeha Baybûrt a Tîpa M dima, di nava 2 mehan de ji bo dermankirina diran û fizîkî çûye nexweşxaneyê, lê ji ber ku muayeneya bi kelepçe qebûl nekiriye neçar maye bêyî bê dermankirin vegere."   LÊGERÎNA LI QAWÎŞAN   Kef destnîşan kir ku nêzîkatiya rêvebiriyên girtîgehan a li hemberî girtiyan nehiqûqî ye û wiha got: “Mînak mehê 3-4 caran lêgerîna li odeyan tê kirin û ev lêgerîn bi temamî derî armancê xwe û bi belawelakirina hemû kelûpelan tên kirin. Li gorî agahiyên ku girtiyan ragihand di van lêgerînan de pênûs, saet û camên çavan hatine şikandin. Dîsa girtî bi bihabûna ceyran û kantînê re rû bi rû dimînin. Yek ji pirsên herî girîng jî desteserkirina mafê ragihandinê ye. Rêvebiriya girtîgehê ji ber ku werger tune ye nameyên kurdî nade girtiyan, lê dema girtî bi kurdî stranan dibêjin, yekser wan werdigerînin û lêpirsînê didin destpêkirin. Yanî rêvebiriya girtîgehê di warê kurdî de li gorî xwe tevdigere.”    ŞEWITANDINA ÎNFAZAN   Kef diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bayburtê tenê bi van re sînordar nîn in û got: “Li girtîgehê înfaza zêdetirî 10 girtiyên jin hatiye şewitandin. Hema bibêje înfazên hemû jinan hatine taloqkirin. Sedema vê jî ew e ku rêvebirî bi awayekî eskerî serjimariyê ferz dike. Ji bo nimûne; dema ku gardiyan dikeve qawîşê, li bendê ye her kes bi nîzama eskerî di rêzê de be. Dema girtî guh nadin vê yekê înfazên wan tên şewitandin. Dîsa cezayên dîsîplînê û hucreyê li girtiyan tên birîn. Mînak, Fecriye Benek. 15 caran cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Divê di sala 2026'an de bê berdan, lê ji ber vê dê di 2031'ê de bê berdan."    ‘ARMANC CEZAKIRIN E'   Kef anî ziman ku li Tirkiyeyê li hemberî girtiyên siyasî yên kurd nêzîkatiyeke cuda heye û got: “Armanca sereke ya vê yekê ew e ku mirov ji civakê û malbatê bên dûrxistin. Lewma gelek girtî ber bi girtîgehên dûr ên Behra Reş ve tên şandin. Gelek girtî belkî 7 sal in nikarin bi malbatên xwe re bi awayekî vekirî hevdîtinê bikin. Ev jî di warê civakî û ruhî de tê wateya tecrîdkirinê. Her çend girtî dixwazin di girtîgehên nêzî malbatên xwe de bin jî, daxwazên wan nayên qebûlkirin û sedema vê jî kûrkirina vê tecrîdê ye. Pirsgirêkên girtiyan ji yên ku di raporên xwe de tê dîtin pir zêdetir in. Zexta li derve, pêkanînên antîdemokratîk ên li derve bi awayekî pir zêde li hundir xwe didin der."