Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir 2022-08-18 09:03:59 ÊLIH - Wekîlê Serokê Şaredariya Heskîfê Abdullah Tarhan ku ji ber îstihdama bêhiqûqî ji AKP'ê îstifa kir, lîsteya xizmên Şaredar Abdulvahap Kusen û Serokê AKP'ê yê Heskîfê Rustem Ayhan ên bi awayekî nelirê li şaredariyê hatine bicihkirin parve kir.   Wekîlê Serokê Şaredariya Heskîfê û Endamê Meclisa Şaredariyê Abdullah Tarhan ku bi hinceta Şaredarê Heskîfê Abdulvahap Kusen û Serokê AKP'ê yê Heskîfê Rustem Ayhan bi awayekî nelirê xizmên xwe hem li şaredariyê hem jî li saziyên din ên dewletê bi cih kirine ji AKP'ê îstifa kir. Tarhan destnîşan kir ku di 2 salan de 30 kes bi awayekî nelirê di karên cur bi cur de hatine bicihkirin.   Tarhan ê ku di 4'ê Tebaxê de ji AKP'ê îstifa kir, navê xizmên Kusen û Ayhan ên li şaredariyê û saziyên dewletê hatine bicihkirin parve kir.    YEKO YEKO NAVÊN WAN GOT   Tarhan ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, navên kesên ku bi awayekî nelirê li deverên cuda yên şaredariyê û saziyên dewletê hatine bicihkirin parve kirin: “Pismamên Ayhan, Yaşar Ayhan û Hasan Ayhan û birayê wî Ahmet Ayhan li Şaredariya Heskîfê hatin wezîfedarkirin. Alî Ayhan (pismamê Rustem Ayhan) li Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Bajêr, Mahmût Ayhan (pismamê Rustem Ayhan) li PTTyê dixebitin. Salîh Kûtlû (kurê meta Rustem Ayhan) li Şaredariya Heskîfê dixebite, Şehmus Kûtlû (Xizmê Rûstem Ayhan) li Îdareya Taybet a Heskîfê ajovan e, Huseyîn Mete (kurê meta Rûstem Ayhan) li Şaredariya Heskîfê, Yilmaz Tekîne (xizmê Rustem Ayhan) li Şaredariya Heskîfê, REfîk Turkan (xizmên Ristem Ayhan) ) li Şaredariya Heskîfê, Yakûp Ayhan (xizmê Rustem Ayhan) li PTT'ê dixebite, Arif Ayhan (birayê Rustem Ayhan) li Midûriyeta Muzeyê, Serhat Kusen (biraziyê Şaredar Abdulvahap Kusen) Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê û Saît Can (biraziyê Abdulvahap Kusen) jî li PTT'ê dixebite."   ‘DÊ HIN KESÊN DIN JÎ ÎSTIFA BIKIN'   Tarhan bi lêv kir ku her çend gelek caran vê îstihdama nelirê bi desteyên erkdar ên partiya xwe re parve kiriye jî, kesî mudaxile nekiriye û ev nelirêtî dewam kiriye. Tarhan anî ziman ku Şaredarê AKP'î Kusen û Serokê AKP'ê yê Navçeyê Ayhan dibêjin "Ev birayê min e, kurê mamê min e, ev biraziyê min e" û bi vî awayekî gelek kesên xwe dixin ser kar. Tarhan diyar kir ku ev yek AKP'a navçeyê jî nerihet kiriye û Muhîttîn Orhan ê ku ji sala 2007'an ve li Heskîfê serokatiya AKP'ê ya navçeyê, cîgirtiya serokatiyê û endamtita desteya rêvebir kiriye jî piştî wî îstifa kiriye.    Tarhan destnîşan kir ku ku qeyûm û rêxistina AKP'ê ya navçeyê wekî karsaziya malbatê tevdigerin û xizmên xwe dixin kar û wan nêzî 30 kesî di kar de bi cih kirine. Tarhan anî ziman ku şertê mulaqatê ya ji bo karê li saziyên dewletê ji bo ev kes xizmên xwe têxin kar hatiye danîn û got: "Mulaqat tê çi wateyê, tê wateya bidestxistina tiştên ku hûn dixwazin."   Tarhan destnîşan kir ku gelek caran serî li rayedarên AKP'ê daye û wiha got: "Ev 3 serdem e ez Heskîfê bi wan didim qezenckirin. Lê bersiva tu peyamek min nedan û li min negeriyan. Hê jî peyamên min li vir in. Ji ber vê yekê min îstifa kir. Bi van tayînkirinan sûc tê kirin.”   ‘DAWA LÊBORÎNÊ LI CIWANAN DIKIM'   Tarhan bilêv kir ku ew ê têkoşîna xwe bi awayekî bidomîne û got: “Ez ê di demên pêş de hin daxuyaniyên din bidim. Beriya ku ez îstifa bikim min xwest ez bi serokatiya bajêr re biaxivim. Lê gava bersiv nehat, min îstifa kir. Bi taybetî dawa lêborînê li ciwanan dikim, ji ber ku heya niha di vê partiyê de mame."    ‘BIHOSTEK AXA HESKÎFIYAN JÎ TUNE YE'   Tarhan anî ziman ku 35 salan li gelek şaredariyan Midûrê Nivîsgeha Taybet kiriye û ji sala 2007'an vir ve jî ji AKP'ê wekî endamê meclisa şaredariyê peywir girtiye. Tarhan ragihand ku bi biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) Heskîf di bin avê de maye û wiha got: “Li Yenî Heskîfê, bihostek axa heskîfiyan tune ye. 500 ciwanên me betal in, hemû jî mexdûr in. Hin şert û mercan didin ber ciwanan û xaniyan nadin wan."   MA / Fethî Balaman