‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’ 2022-08-18 10:12:09   STENBOL - Bav Semîh Alankûş ku êrişa li dijî cenazeyê kurê xwe Ûlaş Alankûş weke sûcê mirovahiyê penase kir, diyar kir ku êriş ji ber polîtîkayên cihekar ên desthilatê pêk tên.    Malbata endamê Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Ûlaş Alankûş ku di şerê li navçeya Bazîda Agiriyê derketî de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê kurê xwe anîn Stenbolê. Malbat di rê de bi zext û gefên cuda re rû bi rû ma.    Cenazeyê ku li Stenbolê were veşartin, xwestin bînin li Mala Cemê ya Gaziyê ya Sûltangaziyê lê polîsan pêşiya wesayîta cenaze girtin û cenaze revandin. Polîsên ku nehiştin li Mala Cemê merasîm were lidarxistin, di dema veşartinê de jî nehiştin ji bilî malbatê tu kes bikeve goristanê. Polîsên ku li goristanê belavkirina lokme jî asteng kirin, kesên bertek nîşanî rewşê dan derb kirin û binçavkirin. Polîsên ku bi ser şîna li Îzmîrê hatibû danîn de jî girtin, kesên li hundir binçavkirin. Nêzîkatiya polîsan a cenaze bavê Alankûş, Semîh Alankûş, Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk û Rêveberê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Kerem Bukre, nirxand.    GEF LI WAN HATE XWARIN   Bav Alankûş, diyar kir ku tiştên roja anîna cenaze qewimîn perçeyekî politikaya “şer û zext” ên desthilatê ne û wiha got: “Berî ku em ji agiriyê derkevin ji helwesta dozger me zanî wê ji me re zehmetiyê derxînin. Ji ber ku dozger bi gotinên ‘Di rê de kevirek jî ji cihê xwe bilive, qezayek çêbibe ez ji we dizanim’ gef li me xwarin. Dê çi berpirsyartiya me ji qezayeke ku di rê de çêbibe hebe.”   SÛCÊ MIROVAHIYÊ     Alankûş, ê revandina cenaze weke “sûcê mirovahî” penase kir, bi lêv kir ku nehiştin vecîbeyên olî pêk bînin û wiha berdewam kir: “Ev sûcekî mirovahiyê ye. Tu têkiliya vê ne bi dîn ne jî bi mirovahiyê re heye. Li wir ez bi xwe jî çûm min ji wan re got ‘heke hûn nehêlin em bîranîna wî ya li ser gorê bikin, bihêlin em xêra xwe bidin’.”   POLÎTÎKAYÊN CIHEKARIYÊ    Alankûş, destnîşan kir ku nezîkatiya dewletê ya cenazeyên kurd ji ber polîtîkayên “cihekariyê” pêk tên û got: “Dewlet her tim dibêje ‘cudaker, teror’ lê esas ew bi xwe cudakeriyê dikin. Dema serê sibê çûn mala ceme dorpêç kiribûn. Dema em çûn goristanê jî tenê destûr dan me. Em çûn ser gorê me duaya xwe kir û paş ve vegeriyan. Nehiştin em li mala ceme lokmayê belav bikin, ji ber wê yekê me jî li avahiya HDP’ê belav kir.”   MAFÊ ŞÎNÊ TÊ ASTENGKIRIN    Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk jî bi lêv kir ku ji çalakiyên Kobanê ve li ser cenazeyên kurdan êrişeke taybet hatiye destpêkirin. Çûbûk, tiştên di merasîma cenaze de qewimîn û zext û gefên malbat pê re rû bi rû man bi bîr xist û anî ziman ku îşkenceya li ser cenazeyan kevneşopiyeke dewletê ye, niha ev zêdebûne, zorê li malbatan dikin ku nîvê şevê cenazeyan veşêrin.    ‘EM TÊKOŞÎNA CIVAKÎ MEZIN BIKIN’   Çûbûk, anî ziman ku ji ber bikevin pêş tev li bûna merasîmên cenazeyan êriş tên kirin û wiha axivî: “Divê mirov bê lebê bê belê xwedî li cenazeyan derkevin. Divê em têkoşîna civakî û yekgirtî mezin bikin.”   ASTENGKIRINA TÊKOŞÎNA BIRÊXISTIN    Rêveberê ESP’ê yê Stenbolê Kerem Bukre jî diyar kir ku ji bo dewlet nehêle merasîmên cenazeyên şoreşgeran bi girseyî derbas bibin û pêşiyê li xwedî derketinê bigirin êriş dike. Bukre, bal kişand ser êriş û bombarandina goristanan û li dijî êrişa cenazeyan ku li ser navê astengkirina têkoşîna birêxistinkirî tê kirin, banga xwedî derketinê kir. Bukre, destnîşan kir ku ji bo pêşiyê li êrişan bigirin divê bi girseyî tev li merasîmên cenazeyan bibin.