Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin 2022-08-18 14:04:44   AMED - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser mirinên li girtîgehan û got: “Yên ku îro vî sûcî dikin her kes dê li qesra edaletê li ser kursiyê bersûc rûnê.”    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li ber Dadgeha Amedê di roja 275’emîn de berdewam kir. Nûnerên rêxistinên sivîl û siyasetmedar û her wiha Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş beşdar bûn.    KORONA LI GIRTÎGEHAN BELAV DIBE    Reşahat Ada ya xwişka Hamdusena Ada ku li Girtîgeha Amedê tê ragirtin di nobedê de axivî û bi bîr xist ku 10 meh in Nobeda Edaletê didomînin. Ada diyar kir ku li girtîgehan zext zêde bûne û xwest girtiyên nexweş bên berdan da ku bên dermankirin. Ada da zanîn ku li girtîgehan nexweşiya vîrûsa koronayê belav bûye û got: “Girtiyan nabin nexweşxaneyan. Heta em saxbin em ê li pey doza girtiyên xwe bin. Heta kesek jî li girtîgehê bimîne, dê berxwedan bidome. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    HIQÛQA DIJMINATIYÊ    Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku ku pirsgirêkên li girtîgehan li çar aliyên Tirkiyeyê belav bûne û got: “Îktidar dixwaze li girtîgehan mirinan asayî bike. Dixwazin netedawîkirina girtiyên nexweş asayî bikin. Ev ne tiştên asayî ne. Em ê vê qebûl nekin. Li dijî girtiyan hiqûqa dijminatiyê xistine dewrê. Yên ku Aysel Tûglûk bernadin, lê biryara berdana Çevîk Bîr dan. Tenê ne girtî tên cezakirin, her wiha malbatên wan jî tên cezakirin. Hiqûqa dijminatiyê li dijî girtiyên kurd xistine meriyete. Yên ku îro vî sûcî dikin her kes dê li qesra edaletê li ser kursiyê bersûc rûnê. Em ê hesabê vê yekê her bipirsin. Em ê destûr nedin zordestiyê ûzilmê.”