Polîsan pankarta ku navê qurbaniyên komkujiyê li ser dinivîsî daxist 2022-08-18 16:50:18   ŞIRNEX  - Polîsan pankarta ku navê kesên ku di Komkujiya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn li ser dinivîsî, daxistin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Şirnexê ya di sala 1992’an de ku di encamê de 55 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, pankarta ku navê qurbaniyan li ser dinivîsî bi avahiya xwe ve daliqand. Pankart ji aliyê polîsan ve bi darê zorê hat daxistin.    Her wiha Miduriyeta Polîsan a Bajêr Hevserokê  HDP’ê yê Navçeya Navendî Kamûran Demîr û rêveberên HDP’ê Ahmet û Başak Cîhat Basan bi îdiaya “Gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kirine” ji bo îfadeyê vexwendin.