6 roj in daristanên li Colemêrgê dişewitin 2022-08-18 18:11:52         COLEMÊRG- Şewata daristanê ya li gundê Marînûs ê Colemêrgê ji 12'ê Tebaxê ve didome. Piştî pevçûna li herêmê eskeran devera darsitanî gulebaran kiriye û agir bi daran ketiye.    Hat diyarkirin ku şewata daristanê ya li gundê Marûnûs ê Colemêrgê ya di encama operasyona eskerî de rû daye 6 roj in didome. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di 12’ê Tebaxê de di navbera endamên HPG’ê û eskeran de pevçûnek rû daye. Hat diyarkirin ku piştî pevçûnê eskeran bi çekên giran herêmê gulebaran krine û ji ber vê agir bi daristanê ketiye. Hat destnîşankirin ku şewata daristanê ku 6 roj berê dest pê kiribû, hê jî didome.   Hat hînbûn ku heya niha bi tu awayî mudaxileyî şewatê neahtiye kirin û şewat ber bi gundê Kavakê ve diçe.