ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-19 09:00:09 * Metîn Guven ê ku 30 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Yozgatê ya Tîpa T'yê de ye, ji ber ku ferzkirina "poşmanîtiyê" qebûl nekiriye, dema berdana wî dîsa 3 mehan hatiye taloqkirin.   * Rojnamegera femînîst Ayşe Duzkan bal kişand ser êrişên bi rêya qeyûman ên li ser destkeftiyên jinan û wiha got: “Pêdiviya me bi hêzeke bibandortir heye ku bi hilbijartinan nesînorkirî. Ez vê tenê ji bo tevgera rizgarîya jinê nabêjim, ji bo tevahiya muxalefetê dibêjim ku em hê negihaştine wê hêzê."   * Ji Komeleya Mafên Mirovan a Jinan Zelal Ayman diyar kir ku "pergala hevserokatiyê" ya ku jinên kurd wekî xeta xwe ya sor dihesibînin, êdî ne utopya ye û got: "Êdî dewlet nikare pêşî li têkoşîna kurdan bigire û jin jî dibêjin 'em jî di nava vê têkoşînê de ne.'"   * Çendî navê şîrketên ku rêvebiriya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê îhaleya ji bo çêkirina rê dide wan biguherin jî, xwediyên wan heman kes in. Ji bo rêyên Şemrex û Dêrikê, di bin navê "rêyên cuda" de du caran îhale hat çêkirin.    * Di Midûriyeta Paqijiya Şaredariya Silopiyayê de beriya niha jinên ku tenê di hûndir de dihatin xebitandin niha di kolan û taxan de hatine peywîrdarkirin û paqijiya hawirdorê dikin.    * Rojnameger Mûsa Ozûgûrlû destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP'ê êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne û got: "Êdî her kes dizane ku tu eleqeya êrişên bi vî rengî bi ewlehiya Tirkiyeyê re nîn e."   * Çalakiya NobeDa Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 529’emîn de berdewam dike.   * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk wê tev li şahiya gel a bi dirûşmeya “Li dijî şer û mêtîngeriyê civaka azad” li Agiriyê were lidarxistin bibe. (13.00) ZINDÎ   * Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera tayînkirina qeyûman a sêyemîn de dê li ser Cadeya Lîseyê ya navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.30)   * Rêxistina HDP’a Îzmîrê wê li Nûnertiya HDP’a Kosovayê ya li navçeya Konakê bi gel re bicive. (18.00)