AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir 2022-08-20 10:04:02   STENBOL - Deriyê mizgefta ku alim û welatiyên kurd bi pêşengiya meleyên DÎAYDER’ê lê nimêj dikirin, duh di saeta ku nimêja înê lê bê kirin, hat morhkirin. Mele Îbrahîm Yalin diyar kir ku mizgefta wan di encama biryarek siyasî de hatiye girtin.    Li Stenbolê di 22’ê tîrmehê de deriye Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Alimên Oldar (DİAYDER) hatibû mohrkirin. Vê carê jî Mizgefta Hz. Omer ku alim û welatiyên kurd bi pêşengiya meleyen DÎAYDER’ê lê nimêj dikirin, hat mohrkirin. Mizgeft li taxa Guvercîntepeya navçeya Başakşehîra Stenbolê bû. Duh kêliya ku dê endamên DÎAYDER’ê û welatiyan lê nimêja înê bikira ji aliyê Qeymeqamiya Başakşehîrê ve bi hêceta “xebata bêdestûr tê kirin” deriyê mizgeftê hat mohrkirin.    Enedamê DÎAYDER’ê mele Îbrahîm Yalin bertek nîşanî mohrkirina deriye mizgeftê da û destnîşan kir ku komele û mizgefta wan di encama biryarên siyasî de hatine girtin. Yalin da zanîn ku deriyê mizgeftê ji aliyê polîsan ve li ser biryara qeymeqamiyê hat mohrkirin û polîs li xwediyê milkê mizgeftê geriyane û ketine pey agahiyên ku mizgeft çawa daye meleyên DÎAYDER’ê.    NEHIŞTIN NIMÊJ BÊ KIRIN Û DERÎ HAT MOHRKIRIN    Yalin anî ziman ku wan ji bo nimêja xwe înê bikin her çiqas destûr ji polîsan xwestiye jî lê destûra nimêjkirina wan nehatiye dayîn û kêliya dê xutbeya xwe bikirina lê polîsan derî mohr kir. Yalin got wan nimêja înê nekir û li derve man û hemû mesrefên li mizgeftê jî dihatin kirin cemaeta dihat nimêjê temîn dikir.    ‘DERIYÊ MALA XWEDÊ GIRTIN’    Yalin bi bîr xist ku demek dirêj e zext li wan hene û sala par mizgefta wan hatiye çavdêrkirin û polîsan bi kamerayan kî ketiye mizgeftê û kî derketiye dîmenên wan girtin e. Yalin destnîşan kir ku deriyê mala xwedê hatiye mohrkirin. Yalin diyar kir ku wan ji bilî îbadetê tiştek li mizgeftê nekiriye û operasyonek siyasî li dijî wan hatiye kirin.    ÇI BÛBÛ?   DÎAYDER a ku li Stenbolê xebatên xwe bi rê ve dibir, li ser biryara Dadgeha Bakirkoyê di 22’ê tîrmehê de avahiya komeleyê ya li semta Şîrînevlerê ji aliyê polîsan ve hat girtin û deriyê wê hatibû mohrkirin.    MA / Dogan Kaynak