Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire 2022-08-20 10:24:49 MÊRDÎN - Xelkê navçeya Qoserê li dijî bikaranîn û firotina tiryakê rabûye ser pêya û sê roj in li kolanan nobedê digire. Xelk dibêje heta taxên wan bên paqijkirin dê têbikoşin.    Welatiyên li taxa Perêketa ya navçeya Qosera Mêrdînê li dijî firotin û bikaranîna tiryakê ku di ev demeke zêde bûye rabû ser pêya. Xelkê taxê li dijî bazirganiya tiryakê ku bi şev û roj li ber çavê her kesî tê kirin, dest bi nobedê kir. Xelkê taxê her şev kom dibin û meş li dar dixin. Xelkê taxê wan kesên bazirganiya tiryakê dikin tespît kirin jê xwestin ya dest ji bazirganiya tiryakê berde yan jî taxê terk bike. Xelkê taxê şandeyek ava kir û ev heyet bi malbatên wan kesên tespît kirine re hevdîtinan dike û dixwaze wan qanih bike.  Duh bi şev jî welatiyên li taxê nobeda xwe domandin. Ciwanan pankarta bi nivîsa “Ciwanên me li Qoserê ji ber metamfetamin eroîn, tirkayê dihelin diçin. Bila dayik negirîn û dawî li tiryakê bînin” vekirin. Ji şêniyên taxê Hamît Aras ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.    ‘WÊ CIWANÊN ME MUDAXILEYÎ WAN KESAN BIKIN’    Aras da zanîn ku li taxa wan bikaranîn û firotina tiryakê zêde bûye û ciwan nikarin bi rehetî derkevin derve û ji ber vê tiryakê aramî li taxê nemaye û dê ji vê saetê şûn ve yên vî karî bikin dê ciwanên taxê mudaxileyî wan bikin. Aras diyar kir ku li taxên din jî heman bûyer diqewimin û xwest xelkê wan taxan jî rabe ser pêya û got: “Em naxwazin taxên me bibin hêlîna tiryakê. Ciwanên me di vê yekê de biryar in ku dê destûrê nedin firotin û bikaranîna tiryakê. Em ê vê pirsgirêkê çareser bikin.” Aras got her çiqas giliyê van kesan hatine kirin jî lê encam negirtine û yên hatine binçavkirin jî di nava çend rojan de hatine berdan.