Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin! 2022-08-20 11:02:44   WAN - Şaredariya Westanê ya di bin rêveberiya AKP’ê de bi hêceta wesayîta cenaze “xerabûyî” ye neda ku cenazeyê jinek extiyar bê rakirin. Malbatê cenaze di pîkabekî de bir goristanê.    Şaredariya Navçeya Westanê ya Wanê ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye, bi hêceta ku wesayîta cenaze “xerabe” ye wesayît neda ku cenazeyê Kiymet Tûrgût a 85 salî ku jiyana xwe ji dest dabû, bê rakirin. Kiymet Tûrgût duh jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê wê ji bo wesayîta cenaze serî li şaredariyê da. Şaredariyê bi hêceta “wesayîta cenaze xerabûyî ye” daxwaza malbatê red kir. Malbatê cenazeye xwe li pîkabek siwar kir û ji bo veşartinê bir goristanê. Malbatê dîmenê cenaze ku li pîkabê siwar kiribû qeyd kir û zilma ku şaredariya AKP’ê li wan dike parve kir.  ‘BI ZANEBÛN WESAYÎT NEDAN ME’    Malbata Tûrgût diyar kir ku şaredariyê bi zanebûn wesayîta cenaze nedaye wan û got: “Xerabûna wesayîta cenaze nikare ser vê rezalete bigire. Li navçeyek ku 30 hezar şêniyên wê hene nebûna wesayîta cenaze sosretek mezin e. Em wek malbata Tûrgût vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Serokşaredarê AKP’yî li hemû billboardên navçeyê wêneyê xwe daliqandiye. Ji wêne re pere heye l3e ji tamîrkirina wesayîta cenaze re nîne, gelo wisa ye?”