Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt 2022-08-20 13:41:59   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ciwanê bi navê Omer Mungan întîhar kir.    Li taxa Konak a bi ser navçeya Cizîrê ya Şirnexê ve ciwanê bi navê Omer Mungan (21) ji ber sedemeke nediyar întîhar kir. Piştî malbata wî bi bûyerê hesiya, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.