Sancar roja duşemê serdana Qersê dike 2022-08-20 16:21:00 QERS - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar dê roja duşemê serdana Qersê bike. Rêveberiyên HDP’ê beriya çûna Sancar li bajêr amadekariyan kirin.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîhtat Sancar dê roja duşemê di 22’ê tebaxê de biçe Qersê û hevdîtina gel bike û serdana esnafan bike. Beriya çûna Sancar Parlamenterên HDP’ê Kemal Bulbul, Abdullah Koç û rêveberên HDP’ê kolan b kolan xebat kirin û xelkê vexwendin şahiya HDP’ê. Rêveberên HDP’ê ji xelkê û esnafan xwestin ji bo wekhevî, demokrasî, azadî û edaletê tev li şahiya wan bibin.