Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin 2022-08-20 17:35:32   STENBOL - Xizmên girtiyan ku di hefteya 22'yan a çalakiya Nobeda Edaletê de li Qada Kartalê hatin cem hev diyar kirin ku di hefteyekê de 3 cenaze ji girtîgehan derketine û gotin: "Em li çareseriyê digerin."   Xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatin şewitandin di hefteya 22'yan a Nobeda Edaletê de li Qada Kartal a Stenbolê hatin cem hev. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, parlementer û endamên Meclîsa Ciwanan, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Xinda Kirine a Anatolyayê (ANYAKAY-DER) jî piştgirî Nobeda Edaletê.   Girse ku li Qada Kartalê kom bû, beriya daxuyaniyê li vir ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan biryara qedexeyê ya qeymeqamtiyê derpêş kir û nehiştin daxuyanî bê dayîn.   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay bertek nîşanî astengkirinê da. Kemalbay anî ziman ku dayikên ku her hefte bi daxwaza edaletê dixwazin daxuyaniyê bidin tên astengkirin û got: “Ev dayik dê li ku derê daxuyaniyê bidin? Dayik dê li ku û dengê ragihînin?"   Kemalbay bibîr xist ku di girtîgehan de hezar û 600 girtiyên nexweş hene û got: “Di hefteya dawî de cenazeyên 3 girtiyan ji girtîgehan derket. Dayik dê dengê xwe li ku derê bidin bihîstin? Dê çawa dengê xwe bigihînin saziyên mafên mirovan û demokrasiyê? Em ji bo vê yekê li çareseriyê digerin. Li şûna ku hûn her hefte dayikan îşkence bikin û binçav bikin, cihekî nîşanî dayikan bidin û dawî li van zextên faşîst bînin.”   ‘HÛN Ê HESAB BIDIN'   Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû jî diyar kir ku dayikên ku îro dixwazin lI Qada Kartalê îtîraza xwe bînin ziman û mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin her hefte tên astengkirin. Kenanoglû got: “Dixwazin bertek nîşanî mirinên bi guman ên li girtîgehan û nedermankirina girtiyên nexweş bidin. Desthilat ji bo bi dayikan re rû bi rû nemîne her hefte hewl dide çalakiyê asteng bike. Dayik dê dengê xwe bidin bihîstin. Em ê hemû pêkanînên xerab, îşkence û komkujiyên tên kirin bînin ziman. Hûn nikarin rastiyê veşêrin û roj bê teqez wê di şert û mercên demokratîk de hesap bê pirsîn. Ên van pêkanînan dikin jî teqez dê hesab bidin."   Girseyê bi çepikan astengiya polîsan protesto kir û çalakiya rûniştinê li dar xist.