Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya 2022-08-20 20:19:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirin. Partiya Sor a Norwecê jî piştgiriya xwe ya ji bo Rêvebiriya Xweser ragihand û êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.   Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide bi rêya hevdîtinên xwe yên dîplomatîk, geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û herêmên Rêvebiriya Xweser, bi welatên Ewropayê re parve bike û wan ji rewşê agahdar bike. Di vê dema dawîn de, Rêvebiriya Xweser çend hevdîtin bi nûnerên welatên Ewropayê re pêk anîn.   Roja înê (18 Tebax) şandeyeke Rêvebiriya Xweser li paytexta Norwecê Osloyê bi şandeyeke payebilind a Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya.   Şandeya Rêvebiriya Xweser ji Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, nûnerê Rêvebiriya Xweser ê welatên Skandînavyayê Şiyar Elî û nûnera Rêvebiriya Xweser ê Norwêcê Hindirîn Betî pêk hat.   Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa giştî ya Sûriyeyê û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kir.   Ebdulkerîm Omer ji ANHA'yê axivî diyar kir ku şandeya Rêvebiriya Xweser, Wezareta Karên Derve ya Norwecê bi geşedanên dawîn û astengiyên ku Rêveberiya Xweser di warê aborî, alîkarî, mirovî û ewlehiyê de pê re rû bi rû ye, agahdar kir. Omer got: "Her wiha berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember terorê û rewşa çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgehên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin."   Ebdulkerîm Omer diyar kir ku şandeya Rêvebiriya Xweser, Wezareta Karên Derve ya Norwecê bi pêwîstiya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê, peydakirina çareseriyekê ji rewşa malbatên çeteyan ên li kampên Holê û Roj û pêwîstiya pêkanîna civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li hember vê dosyayê, agahdar kiriye.   Têkildarî mijarê şandeyeke Rêvebiriya Xweser li avahiya parlamentoya Norwecê bi şandeyeke Partiya Sor a Norwecê re civiya. Şande ji endamê parlamantoya Norwecê Seher Aydar, berpirsê Têkiliyên Derve û Parastinê Eric Fold, berpirsê Komîteya Destûrê John Brooks û berpirsa kar û barên penaberan Melli Natalia Kelly pêk hat.   Şandeya Rêvebiriya Xweser di hevdîtinê de îşaret bi gefên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku şerê Rûsya-Ukraynayê ji bo careke din êrişî herêmên navborî nexasim Minbic û Til Rifet bike bi kar tîne.   Şandeya rêveberiyê her wiha Partiya Sor li ser bandora êrişên dewleta Tirk ku dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiya bi sed hezaran welatiyan û têkbirian aramî û îstiqrara li herêmê, agahdar kir.   Şandeyê ji Partiya Sor re tekez kir ku êrişên dewleta Tirk ên nû yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew ê xizmeta DAIŞ û terorê bikin. Her wiha bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov ên biçek û got: "Bi balafirên bêmirov ên biçek şêniyên herêmê û fermandarên QSD`ê yên bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re li dijî DAIŞ`ê şer dikin, tên hedefgirtin.”   Omer her wiha destnîşan kir ku şandeya rêveberiyê krîza aborî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji ber ambargoyê ji şandeya Partiya Sor re şîrove kiriye û got: "Alîkariyên mirovî yên ji civata navnetweyî û Norwecê yên bi rêya rêxistinên navneteweyî di Şamê re tên ne li gorî tê xwestin digihê van herêman. Ev jî bandoreke neyînî li rewşa jiyanî ya welatiyan dike û DAIŞ vê yekê bi kar tîne da ku bikeve herêmên gelek ku salan di bin kontrola wê de maye, ji bo ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike û êrişên nû yên terorê pêk bîne."   Ebdulkerîm Omer piştrast kir ku şandeya Partiya Sor piştgiriya xwe ji Rêvebiriya Xweser re aniye ziman û êrişên dewleta Tirk şermezar kirine.