Di qezaya li Dêrikê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan 2022-08-20 21:00:55   MÊRDÎN - Li Dêrikê kamyona ku frênê wê teqiya ket nava qelebalixiyê. Di Qezayê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da.   Li têketina navçeya Dêrik a Mêrdînê îro danê êvarî du wesayît qeza kirin. Gava welatî bi hawariya kesên birîndar ve diçûn, kamyona ku hat hîn bûn a Cengîz Holdîngê ye frênê wê teqiya û ket nava qelebalixiyê. Di qezayê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku di bûyerê de 16 kes jiyana xwe ji dest dane û 8 jê giran 29 kes jî birîndar bûne.