Akdenîzê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir 2022-08-20 22:50:05   MÊRSÎN - Di şahiya li navçeya Akdenîzê de bi sedan kesi xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.   Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Akdenîz a Mêrsînê bi dirûşmeya “Li dijî dagirkeriyê azadiya civakî" şahiyek hat lidarxistin. Bi sedan kes tev li hevdîtinê bûn ku li ber avahiya Rêxistina Navçeya Akdenîzê hat lidarxistin. Di hevdîtinê de dirûşmeyên "HDP gel e gel li vir e", "Aysel Tûglûk rûmeta me ye", "Bijî Serok Apo" û "Bijî bijî HDP" hatin berzkirin. Piştre hunermendê NÇM'ê Kadîr Çat derket ser dikê.   Parlementer Fatma Kûrtûlan di hevdîtinê de axivî. Kûrtûlan, polîtîkayên desthilatê yên li Tirkiyeyê rexne kiririn û bibîr xist ku beriya civîna awarte ya Şaredariya Akdenîzê 5 endamên HDP'î yên meclîsa şaredariyê hatine binçavkirin. Kûrtûlan diyar kir ku polîs bi fermana desthilatdariyê tevdigerin. Kûrtûlan bilêv kir ku sedema hemû krîzên li Tirkiyeyê bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û got: “Meseleya kurdî divê bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, lê desthilat di şer de li çareseriyê digere. Dev ji vê pêkanînê berdin. Ji bo çareseriyê diyalog divê. Muxatabê diyalogê Îmralî ye. Ji ber vê yekê divê rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. Werin, wêrek bin, em bi rêyên demokratîk pirsgirêkê çareser bikin."   Piştî çalakiyê girse belav bû û li kolanên Yenîpazarê dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir.