Afîşa HADEP'ê ya 23 sal berê hatiye daliqandin li ber xwe dide 2022-08-21 09:02:44   STENBOL - Afîşa HADEP'ê ya aîdî sala 1999'an a li Bahçelîevlera Stenbolê bi dîwarê avahiyekê ve zeliqandî, 23 sal in tevî hemû berf û baranê, ba û tavê jî li ber xwe dide.   Afîşa danasîna namzedên Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) ku ji sala 1999'an ve bi dîwarê avahiyek li taxa Şîrînevler a navçeya Bahçelîevlera Stenbolê ve zeliqandiye, ev qas sal in tevî hemû ber û baranê, ba û tavê jî li ber xwe dide. Di afîşa HADEP'ê ya sala 1999'an de wêneyên namzetên wê demê Bahattîn Gunel, Mehmet Satan û Pervîn Bûldan hene. Mehmet Satan û Bahattîn Gunel niha bi awayekî çalak ne di nava siyasetê de ne, lê Pervîn Bûldan Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e.   NAMZETÊN DI AFÎŞA HADEP'Ê DE   Bahattîn Gunel ku navê wî li ser afîşa hilbijartinê ya bi dîwarê avahiyek taxa Şîrînevlerê ve hatiye zeliqandin, di sala 1999'an de dema wekî namzet hat nîşandan di Girtîgeha Gudulê ya Enqereyê de bû. Gunel ku di heman demê de endamê damezrîner ê Partiya Kedê ya Gelan (HEP) û Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê (DEP) bû, di sala 1999'an de Sekreteriya Giştî û Serokatiya Giştî ya HADEP'ê jî kiriye. Gunel ku 13 salan bi awayekî çalak di nava siyasetê de bûye, bi hinceta ku tevli protestoyên têkildarî girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûye û di kongreya HADEP'ê de alaya tirk daxistiye, 4 sal û nîv ceza lê hatibû birîn. Gunel niha bi awayekî çalak ne di nava siyasetê de ye.    28 SAL IN TÊDIKOŞE   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ku piştî kuştina hevjînê wê yê karsazê kurd Savaş Bûldan ê di Hezîrana 1994'an de bi cinayeteke kiryar nediyar hat qetilkirin daxilî nava siyasetê bû, di sala 1995'an de wekî endama "Dayikên Şemiyê" tev li çalakiyan bû. Bûldan ku di van salan de 2 serdeman di HADEP'ê de endamtiya Meclisa Partiyê kiriye, di sala 2005'an de di nava 1000 jinan wekî namzetên Xelata Nobelê ya Aştiyê de hatin nîşandan de cih girt. Bûldan ji bo ku di hilbijartinên giştî yên 2007'an de di nava Namzetên Hezar Hêvî de cih girt û wekî parlementera serbixwe ya Îdirê çû Meclisê. Bûldan piştre tevlî koma Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû. Piştî girtina DTP'ê, Bûldan di nav Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de bi awayekî çalak siyaset kir. Bûldan, niha Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e.   Mehmet Satanê ku di afîşê de cih digire û wê demê Cîgirê Serokatiya Giştî ya HADEP'ê bû ji ber nêrînên xwe dest ji siyaseta çalak berda.    ZEXTÊN LI SER HADEP'Ê   Ji Partiya Kedê ya Gel (HEP) heta HDP'ê têkoşîna kurdan a di warê siyasetê de tevî hemû zor û zehmetiyan bênavber dewam dike, çendî heya niha gelek partiyên wan hatibin girtin jî. Li ser HADEP'ê jî ku di 11'ê Gulana 1994'an de hat avakirin, zextên siyasî, îdarî û hiqûqî tim hebûn. HADEP ku di salên cinayetên kiryar nediyar de xebatên xwe domandin, bi taybetî xebatkarên wê di hedefa dewletê û hêzên kontra de bûn. Di 2'yê Hezîrana 1994'an de damezrînerê HADEP'ê û endamê Meclîsa Partiyê Muhsîn Melîk û ajokarê wî Mehmet Ayyildiz li Rihayê ji aliyê hêzên paramîlîter ve hatin qetilkirin. Di 24'ê Hezîrana 1996'an de, di dema Kongreya 2'yan a HADEP'ê de bi hinceta alaya tirk hatiye daxistin Serokê Giştî yê HADEP'ê Mûrat Bozlak û 50 endamên Meclîsa Partiyê ber destê sibehê li hêwana kongreyê hatin binçavkirin. Bi vê re polîsan avêt ser navenda giştî ya partiyê û arşîv desteser kirin. Di 4'ê Tîrmeha 1996'an de Bozlak û endamên Meclîsa Partiyê ji aliyê Dadgeha Ewlehîya Dewletê ve hatin girtin.   BINÇAVKIRIN Û GIRTIN   Xebatên partiyê bê hincet hatin îllegalîzekirin. Di 10'ê Sibata 1998'an de ji ber salnameya 1998'an û semînera perwerdehiyê ya li Navenda Giştî ya HADEP'ê hat lidarxistin, polîsan avêt ser partiyê. Di avêtina ser partiyê de 4 beşdarvanên semînerê hatin binçavkirin û arşîvan partiyê hat desteserkirin. Di 12'ê Sibata 1998'an de cardin polîsan avêt ser Navenda Giştî ya HADEP'ê. Serokê Giştî Mûrat Bozlak, Sekreterê Giştî Hamît Geylanî, Cîgirê Sekreterê Giştî M. Zeynettîn Onay, Cîgirê Serokê Giştî Mehmet Satan, Hesabgirê Giştî Îshak Tepe, Endamê Desteya Rêvebiriya Navendî (MYK) Alî Riza Yûrtsever û endamê Meclîsa Partiyê Melîk Aygul hatin binçavkirin. Di heman serdegirtinan de 13 rêvebirên navendî hatin binçavkirin û Sekreterê Giştî yê Partiyê Ahmet Tûran Demîr, Cîgirê Serokê Giştî Bahattîn Gunel û endamên Meclîsa Partiyê Emîne Misir, Huseyîn Yilmaz û Şahabettîn Ozarslaner û 7 serokên bajêr hatin girtin. Di 6-8'ê Kanûna 1998'an de bi boneya şermezarkirina avêtina ser partiyê,  ji bo 3 rojan gerva birçîbûnê hat destpêkirin. Di dema grevên birçîbûnê de polîsan avêt ser gelek avahiyên partiyê yên bajar û navçeyan. 7 rêvebirên navendê, 249 rêveberên bajar û navçeyan û 250 endam hatin binçavkirin. 2 endamên Meclîsa Partiyê, 39 rêveber û 6 endam hatin girtin.   HADEP HAT GIRTIN   Di 25'ê Çileya 2001'ê de ku kuştinên kiryar nediyar her roj çêdibûn, Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş û Sekreterê HADEP'ê yê Silopiyayê Ebûbekîr Deniz ji bo îfadeyê çûn Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Taniş û Denîz, piştî çûn qereqolê hew vegeriyan û ji wê çaxê ve agahî ji wan nayê girtin. Di 13'ê Adara 2003'yan de Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Mustafa Mûmîn daxuyand ku HADEP bi yekdengî bi sûcdariya "bûye navendeke terorê" hatiye girtin.   TÊKOŞÎNEKE BÊNAVBER   Partiyên ku kevneşopiya siyasî ya kurd temsîl dikin her tim bûne hedefa dewletê û bi girtinê re rû bi rû mane. Partiya Kedê ya Gel (HEP), Partiya Azadî û Wekheviyê (ÖZEP), Partiya Azadî û Demokrasiyê (ÖZDEP), Partiya Demokrasiyê (DEP), Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP), Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) û Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hatin girtin. Li şûna her partiyek hat girtin bi navekî nû partiyek din hat vekirin. Ramana siyasî ya ku vê kevneşopiyê temsîl dike, niha wekî pêkhateya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yek ji aktorên herî girîng ê qada siyasî ye. Weki afîşa HADEP'ê ku 23 sal in tevî berf û baranê, ba û tavê jî neriziyaye, tevgera siyasî ya kurd tevî hemû zext û çewisandinên dewletê jî bênavber têdikoşe û rêça xwe didomîne.    MA / Esra Solîn Dal