Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta 'tadîlat'ê hêwan neda hunermend Evîn 2022-08-21 09:04:38   STENBOL - Hunermend Onûr Evîn ji bo danasîna albuma xwe ya nû ya bi navê "Em Nadin" serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenboê daye ku konserekê li dar bixe, lê şaredariyê bi hinceta "tadîlat heye" hêwan nedaye wî.    Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî beşdarî astengiyên li hemberî çand û muzîka kurdî û hunermendên kurd bû. Serlêdana hunermendê kurd Onûr Evîn a ji bo konserê ku di 16'ê gulanê de ji bo danasîna albûma xwe ya bi navê "Em Nadin" serî li şaredariyê daye ji bo hêwanê, ji aliyê Midûriyeta Şaxa Çalakiyên Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta "Hêwanên me heya heyama 2022-20223'yan di talîdatê de ne" hat redkirin.    Têkildarî mijarê Evîn ji ajansa me re axivî. Evîn diyar kir ku wî ji bo albûma xwe ya nû xwestiye li Stenbolê konserekê li dar bixe, lê hêwan nedane wî. Evîn got: “Me di 16’ê gulanê de ji bo konserekê ji Midûriyeta Şaxa Çalakiyên Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin hêwanek xwest. Dema me serlêdana xwe ya ewil kir şaredariyê bi hinceta 'Hûn nikarin serlêdana takekesî bikin, hûn dikarin bi rêya komeleyan bikin' daxwaza me red kir."   CAREKE DIN SERLÊDAN KIR   Evîn anî ziman ku di 2’yê Tebaxê de cara duyemîn serlêdan kirine û wiha berdewam kir: “Me ji Şaredariya Mezin pirsî ku bê çima hêwanên gel li gel tên girtin û çima hêwanan nadin me. Di serlêdana yekem de ku me kir şaredariyê got hûn nikarin serlêdana ferdî bikin û di serlêdana me ya duyemîn de jî gotin 'hevalên me agahiyên şaş dane we, we jî karibû bi daxwaznameyekê serlêdan bikira.' Me di 2’yê Tebaxê de daxwazname da şaredariyê. Sê roj bi şûn de bi telefonê li me vegeriyan û gotin, 'Hêwanên me heya heyama 2022-2023'yan di tadîlatê de ne, lewma em nikarin cih bidin we.'"    POLÎTÎKAYEKE DURÛ   Evîn bibîr xist ku di demên dawî de li dijî muzîka kurdî êrişeke sîstematîk tê kirin. Evîn detsnîşan kir ku pergal dixwaze hunermendê xwe biafirîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em hunermendên gel in û hunera li nava gel eda dikin. Ev bîst sal in faşîzma AKP-MHP'ê bi awayekî cidî li ser muzîk, huner û çanda kurdî disekine û wan asteng dike. Ev tenê bi desthilatdariyê ra nehat sînordarkirin. CHP û Ekrem Îmamoglû gotibûn, 'Hemû gelên kurd, laz, çerkez û elewî wê di bin rêveberiya me de wekhev bin û xwedî şert û mercên wekhev bin.' Lê piştî di hilbijartinê de bi ser ketin, hêdî hêdî rûçikê xwe yê rast nîşan dan. Divê demildest dest ji van polîtîkayên xwe yên durû berdin.”   POLÎTÎKAYEKE DIJKURDÎ   Evîn destnîşan kir ku zextên li ser kurdî tenê ne li ser muzîka kurdî ne li ser çand û ziman jî didomin û wiha pê de çû: Şaredariya Mezin, tiştên ku di dema hilbijartinê de soza wan dabû bila pêk bîne. Yan na wê tu ferqa wê û yên AKP'î ji hev tune be. Divê bizanibin ku dê di hilbijartina yekem de jî biçin. Albûma ku me çêkir beriya her tiştî bersiva zext û qirkirin û tahdeya li ser xwezaya Kurdistanê ye. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, di warê hilbijartinê de bifikar e, ev jî dibe sedema polîtîkayeke dijî kurdî û kurdan."   EM DOZA MAFÊ XWE DIKIN   Evîn got: "Em hunermend doza mafê xwe dikin. Em dixwazin çand û hunera bi awayekî azad eda bikin. Îro bi dehan rêvebir hene, lê wê sibê tune bin. Lê hêwan, gel û civak mayinde ne. Divê vê rastiyê paşguh nekin."   MA/ Esra Solîn Dal