'Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe binpêkirinên mafan zêde dibin' 2022-08-21 09:06:32   MÊRSÎN - Rêveberê TUAY-DER'ê yê Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku her ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê kûr dibe binpêkirinên mafan zêde dibin û got: “Divê em zanibin ku sedema binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û derve tecrîd e. Em dikarin bi têkoşînê pêşî li ber vê bigirin."   Binpêkirina mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê her roj zêde dibin û rewşa girtiyên nexweş jî giran dibe. Rêvebirê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Ergîn Altûntaş, li ser zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan axivî.   COVÎD-19 ZÊDE BÛYE   Altûntaş derbarê rewşa 35 girtiyên jin de yên li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê bi Covîd-19'ê ketine agahî dan û got: "Di hevdîtina bi parêzeran re hat kirin de, hat ragihandin ku 35 hevalên jin bi şewba koronayê ketine. Hat gotin ku ji dev û pozê 4 girtiyên jin xwîn tê û dermankirina wan hatiye astengkirin. Di encama serlêdana malbatan de hat hînbûn ku 8 girtiyên bi koronayê ketine di qawîşekê de ne û ji ber ku muayeneya bi kelepçe qebûl nekirine nehatine dermankirin û bi hewldana xwe ji heq derketine. Her wiha ji aliyê malbatan ve jî ji me re hat ragihandin ku gelek girtiyên li Girtîgeha Aksarayê bi şewba koronayê ketine lê ew ranekirine nexweşxaneyê.”   GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE   Altûntaş bibîr xist ku girtiyên li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê ji 14’ê Tîrmehê vir ve li dijî binpêkirina mafan di greva birçîbûnê de ne û wiha domand: “Girtî ji bo dawî li binpêkirinên mafan bînin, di greva birçîbûnê de ne. Tê xwestin ku pêkanînên li dijî rûmeta mirovan ên wekî muayeneyên bi kelepçe û lêgerîna di nava dev de bi dawî bibin. Girtiyan bi rêya malbatan ragihand ku ger binpêkirinên mafan bi dawî nebin dê çalakiya xwe veguherînin ya bêveger. Careke din em bang dikin; daxwazên girtiyan bi cih bînin. Demildest dawî li van pêkanînên dijî rûmeta mirovahiyê bînin."    Altûntaş ragihand ku li Girtîgeha Kurkçulerê 8 kes di odeyên 4 kesî de tên girtin û li wir rojane kotaya avê 50 lître ye û got, gava ev kota bê derbaskirin pere ji girtiyan tê xwestin.    ‘HER KU TECRÎD KÛR DIBE BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE DIBIN'   Altûntaş bal kişand ser cenazeyên ku ji girtîgehên dertên û wiha bi lêv kir: “Girtiyên nexweş ne tên dermankirin ne jî tên berdan. Ev veguheriyeke polîtîkayekê. Li girtîgehan girtiyên siyasî yên nexweşiyên wan giran nayên berdan. Dest ji berdanê berden nayên dermankirin jî. Bifikirin ku girtiyên nikarin li ser pêyan bisekinin bi awayekî kelemçekirî tên dermankirin. Bi rastî jî ev ji bo mirovahiyê cihê şerm e. Divê girtiyên nexweş bê şert û merc demildest bên berdan.”   Altûntaş da zanîn ku bingeha binpêkirina mafan a li girtîgehan pergala tecrîda Îmraliyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro divê em bizanibin ku bingeha binpêkirina mafan ên li girtîgehan û li derve, tecrîd e. Armanca tecrîda ku tê xwestin li Îmraliyê bê kûrkirin, bi rastî jî civakbûn e. Her ku tecrîd kûr dibe, pêkanînên li girtîgehan jî zêde dibin. Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir gav bi gav li ser tevahiya civakê tê meşandin. Divê em bi vî awayî bibînin û li dijî tecrîdê bisekinin. Ger em tecrîdê ji holê rakin, em ê karibin pêşî li ber van pêkanînan bigirin. Di vî warî de têkoşîna li dijî tecrîdê girîng e. Divê em di vê mijarê de hestiyar bin."