Li Dêrikê wek qetlîamê qeza pêk hat: Heya niha 20 kes mirin 2022-08-21 09:13:30   MÊRDÎN - Di qezaya trafîkê ya li Dêrikê pêk hatiye de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 20’an, navê 17 kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn, diyar bû.    Li herêma Uçyol a navçeya Dêrikê TIR’a aydê Fabrîkaya Etî Bakir a Cengîz Holdîngê dema barê xwe dibir qeza kir û welatî ji bo alîkariyê li dor cihê bûyerê kom bûn. Di dema welatî alîkarî dikirin de TIR’eke din ket nav qelebalixê û di qezaya derketî de heya niha 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tedawiya 7 jê giran, 26 kesan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê, Nexweşxaneyên Qoser û Dêrikê didomin.     2 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Piştî bûyerê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hat Mêrdînê û destnîşan kir ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derketiye 20’an û her dû ajokarên qeza kirine jî hatine binçavkirin.    Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag jî daxuyand ku Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê têkildarî qezayê lêpirsîn daye destpêkirin.    ŞAHIDAN VEGOTIN    Şahidên qezayê diyar kirin ku piştî qezaya ewil bergirî nehatin girtin û wesayîta bar a aydê Cengîz Holdîngê ku ye barkirî bû tevî barê giran jî bilez diçû.    NAVÊ 17 KESAN DIYAR BÛ   Cenazayên kesên jiyana xwe ji dest dan piştî kirariyên otopsiye teslîmî malbatên wan hatin kirin. Navên 17 kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan û nasnameyên wan hatin tespîtkirin wiha ne: “Şervan Tanrisever, Mîhrîban Tanrisever, Kemal Dag, Necla Arda, Maşallah Baglayan, Mulkiye Acar, Îsa Ayebe, Hamît Akkoyûn, Înan Berk, Sîttî Abûl, Hatîp Denk, Ahmet Akdag, Mehmet Ekîncî, Bawer Babûr, Îrfan Aktaş, parêzer Baran Açan, polis Yahya Ergun.”   GUNAY: GELEK ÎHMAL HENE   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay ku li pêş Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê axivî, bal kişand ser îhmalên hatine kirin û wiha got: “Sersaxiyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim. Em vê dizanin hem li nexweşxaneya Mêrdîn hem jî ya Qoserê hejmara birîndaran zêde ye. Ev felaketeke, gelek îhmal hene. Cadeyeke ku demekî dirêje kirine yek şerîd û TIR jî tê de derbas dibin heye. Ji ber frena TIR’a ewil diteqe qeza pêk tê. Mirov diçin wir bergirî nayên girtin û piştî nîv saetê TIR’a duyemîn tê û dikeve nav qelebalixê û dibe sedemê facîayekê. Em vê dizanin. TIR, TIR’ên Cengîz Holdîngê ne. Her kes dizane ku kontrolên barê wan û tamîrên wan nayên kirin dibin sedemê mirinan. Bawer im barê TIR’ekê gubre ye. Barê ku belavbûyî bûye sedemê qezayeke din. Em bi malbatan re li bende de ku dozger werin otopsiyê bikin. Nexweşxaneya Dêrîkê jî nexwedî bingeheke ku bibe alîkarê kesên qeza derbas kirine. Ji xwe niha birîndar sewqî nexweşxaneyên din hatine kirin.”