Gardiyanan gef li girtiyên ku hejmartina li ser piyan qebûl nekirin xwarin 2022-08-21 15:55:01   KÎLÎS - Ûgûr Taşdevîren ê li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê tê ragirtin, bi malbata xwe re bi telefonê axivî û ragihand ku ji ber hejmartina li ser piyan qebûl nekirine gardiyanan gef li wan xwarine.    Li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê, binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibin. Ûgûr Taşdevîren ê li girtîgehê tê ragirtin, bi malbata xwe ya li navçeya Wêranşara Rihayê dimîne re bi telefonê axivî û binpêkirinên mafan ên pê re rû bi rû dimînin vegotin. Taşdevîren, diyar kir ku bi sewqên beriya 4 mehan hatin kirin re li girtîgehê tenê 4 girtiyên siyasî mane û ragihand ku “hejmartina li ser piyan a di nîzama leşkerî de” li wan tê ferzkirin.    Taşdevîren, da zanîn ku ji ber vê pêkanînê qebûl nakin, gardiyanan bi gotinên “Em ê tişteke wisa bînin serê we kes jî pê nahese” gef li wan xwarine û wiha got: “Kes nikare vê yeke li me ferz bike. Di salên 1980’an de heval Mazlum (Mazlum Dogan) qebûl nekir, em ê qebûl bikin.” Taşdevîren, xwest dengê wan ji rayagiştî re bê ragihandin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku em li vir 4 kes in vê yekê dikin û dixwazin çavên me bitirsînin. Lê em 4 kes in bi milyonan kes li cem me ne. Hewce bibe em ê çalakiyê jî bikin. Divê hemû kesên li derve nîşan bidin ku em 4 kes nînin ku êriş bi dawî bibin.”   Taşdevîren, bang li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û komeleyên piştevaniyê yên girtiyan kir, wiha got: “Teqez divê bên serdana me û parêzeran bişînin vir.”