Zarokê ku kete germavê jiyana xwe ji dest da 2022-08-21 18:50:19   ŞIRNEX - Li navçeya Elkê zarokê ku kete germava Zumrudê xeniqî. Zarokê 5 salî yê bi navê Yusuf Şengîl ku bi malbata xwe re ji navçeya Silopiyayê çûbû germava Zumrud a li gundê Geliyê Gewda yê navçeya Elkê ya Şirnexê kete germavê û xeniqî. Tevî hemû mudaxileyan Şengîl nehat rizgarkirin û jiyane xwe ji dest da. Cenazeyê Şengîl ji bo rapora otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.