ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2022'YAN 2022-08-22 09:00:01     * Pedagog-nivîskar Adar Jiyan destnîşan kir ku pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiyê ya ku perwerdekirina mamoste û xwendekarên baş esas digire heye û got: “Divê perwerde aramî, wekhevî, rêzdarî û yeksaniya hemû mirovan; nirx û hêjahiyên mirovahiyê yên wijdanî exlaqî li ber çavan bigire.”   * Rêxistinên rojnamevanan ji şeva piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re ku NÇM li dar dixe banga tev li bûnê kirin û wiha gotin: “Divê em nîşanî rojnamevanên girtî bidin ku ne bi tenê ne.”   * Arzû Atalay a tevî ku du zanîngeh qedandine jî nehatiye tayînkirin, bi atolyeya li mala xwe avakirî, mijarên jin, xweza û aştiyê li dîwaran dixemilîne û debara xwe dike.   * Derket holê ku qezaya li Dêrîkê 21 kesan jiyana xwe ji dest daye bi awayekî aşkere qewimiye. Ji Dêrikê tu kes tev li civîna UKOME’yê ku di 12 Adara 2020’an de pêk hat nebû. Ne Qeymeqamtiya Dêrîkê ne jî Miduriyeta Polîsan a Dêrikê bersiva pêşniyara ku rêya qêza lê çêbû ji TIR’an re bêsînorkirin nedane.   * Şahidên bûyêra qezaya li Derikê gotibûn ku TIR’a 3’emin jî heyê lê ew bi zorê danê sekinandin. Li ser vê gotina şahidan Walitiyê Mêrdînê û Sûleyman Soylû jî gotin ku TIR’a 3’emin ‘tune ye.’ Ajansa me ya Mezopotamyayê dîmenên TIR’a 3’yemîn ku tekerên we teqiyane kişandin.    * Fînce Akman a ku di Nobeta Edaletê de gelek caran bi îşkenceya polîsan hatiye binçavkirin, destnîşan kir ku destên wê ji ber kelemçeyan şîn bûne û anî ziman ku polîsan ji bijîşk re wiha gotiye, “Tu dê tu raporan nedî wan, dê bidî me.” Akman got ku dema wê ji polîs re gotiye “Tişta hun dikin îşkence ye” polîs ev bersiv daye wan, “Erê, ez jî dizanim”.     * Di qezaya li Dêrika Çiyayê Mazî ku 21 kesan jiyana xwe ji dest dan de kargeha Şeyhmûs Kizilay cara duyemîn hilweşiya. Kizilay destnîşan kir ku tevî ku wî gilî li qeymeqamtiyê kiriye jî tu bergirî nehatine girtin.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 532’yemîn de berdewam dike.    * Rêxistina HDP’a Wanê wê têkildarî mîtînga 1’ê Îlonê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, wê li navçeya Dêrika Mêrdînê ku di qezaya trafîkê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan de lêkolînan bike. (13.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wê li pêş Baroya Rihayê daxuyaniyê bide. (17.30)